Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Gerîlayên Heftanînê gerîlayên serdema nû ne’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û têkildarî êrîşên dewleta tirk û çalakiyên gerîlayan nirxandin kir.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya salvegera Komkujiya Pirsûsê 33 ciwanên şoreşger-sosyalîst ên şehîd bûn bi bîr anî û wiha got: “Nedibû ku xwîna van ciwanan li erdê bima. Ji ber vê yekê demeke dirêj e şer diqewime û her roj hesab ji dijmin tê pirsîn. Bêguman ev ê hîn bêhtir dewam bike, di bilindkirina têkoşînê de wê xwedî li bîranîna wan bê derketin.”

Karayilan bi wesîleya salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava jî, şoreşê li gelê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kir û bi bîr xist ku ya li Rojava pêk hat şoreşeke girîng e û wiha domand: “Bêguman ev yek bi berxwedanê bû û bi xwîna şehîdan hate xemilandin. Di şexsê hevrê Xebat, Çekjîn, Gelhat, Arîn, Avesta û Karker de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînim, li pêşiya bîranînên wan bejna xwe ditewînim.”

Şoreşa Rojava li dijî netewe-dewletê çareseriya neteweya demokratîk e

Di dewamê de Karayilan diyar kir ku gava beriya 8 salan di sibeha 19’ê Tîrmehê de li Kobanê hate avêtin pêşketinên gelekî girîng afirand û ev tişt anî ziman: “Weke ku tê zanîn destpêkê li tevahiya Rojava belav bû, piştre jî li tevahiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Bêguman a girîng ne tenê belavbûna wê bû, ya girîng wesfa şoreşê ye. Yanî şoreşeke ji rêzê nîne. Modela şoreşeke nû li wir diafire. Rast e, şoreş Şoreşa Rojava ye, lê belê di heman demê de Şoreşa Neteweya Demokratîk a kurdan, ereban, asûrî-suryanan û gelên li herêmê hemûyan e. Di heman demê de şoreşa jinê ye. Li ser bingeha azadiya jinê avakirina civaka demokratîk kiriye armanc. Ev bala her kesî dikişîne. Em jî dişopînin. Ya rast, naverokeke şoreşê heye. Ev şoreş ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê û ji bo tevahiya herêmê mînak e. Tiştekî nû ye. Li dijî netewe dewletê çareseriya neteweya demokratîk e. Ev gelekî girîng e. Hem ji bo gelên herêmê hem jî ji bo gelê kurd wateyeke xwe heye.”

Karayilan destnîşan kir ku dewleta tirk ji ber vê taybetmendiyê êrîşî şoreşê dike, naxwaze şoreş pêk were û wiha domand: “Weke ku tê zanîn, di serî de mêtingeriya tirk hin hêz êrîşê dibin ser Şoreşa Rojava. Şoreş hatiye dorpêçkirin. Weke ku min got, sedema vê yekê naveroka şoreşê ye. Naveroka wê çi ye? Ya yekemîn; Kurd li wir dibin xwedî statu. Ya duyemîn demokrasî dikeve meriyetê. Ya sêyemîn jî jin azad dibin. Rejîma AKP’ê ji van hemûyan nerazî ye.”

Li Heftanînê destan hat nivîsandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Heftanînê û berxwedana li Heftanînê nirxand û ev tişt anî ziman: “Berxwedana Heftanînê bi şehîdan tê meşandin. Beriya her tiştî di şexsê hevrê Rustem, Memyan, Esmer û Nûcan de şehîdên me yên berxwedana Heftanînê bi bîr tînim. Soza ku me dane wan dubare dikim. Wan li Heftanînê destanek nivîsandin. Encamên heyî berhema wan e. Serketinên heyî serketina wan e.”

Karayilan destnîşan kir ku li Heftanînê tu gir nîne ku dijmin bêyî windahiyan bide xwe gihandiye ser û wiha got: “Li her devera ku xwe gihandiye şer qewimiye, li wir windahî dane û piştre xwe gihandiye wir. Li hin giran bi cih bûye, lê belê her tim derbê dixwin û hesabê wê didin.”

‘Dijmin li Heftanînê şok bû, mat ma’

Karayilan ragihand ku şerê Heftanînê şerekî hewayî û teknîkî ye û anî ziman ku dewleta tirk dixwaze bi saya teknîka hewayî Heftanînê dagir bike û ev tişt lê zêde kir: “Ji 17’ê Hezîranê heta 17’ê Tîrmehê dikarim bîlançoya şerê mehekê yê li Heftanînê aşkera bikim; Di nava van 31 rojan de hevalên me 95 çalakî li dijî dijmin li dar xistin. 236 leşkerên dijmin hatin kuştin. 18 birîndarên wan hatin tespîtkirin, lê hejmar zêdetir e. Derb li 6 helîkpterên Kobrayê hatin xistin. Di şer de 24 hevalên me şehîd bûn. Hevalekî me bi birîndarî dîl kete dest. Bîlançoya şer a mehekê wiha ye. Yanî bi rastî jî şerekî giran diqewime. Encamên vî şerî ij bo me jî ji bo dijmin jî hene. Dibe ku ji aliyê siyasî ve her kes bi rengekî cuda diaxive, lê belê li gorî texmîna min dijmin jî di nava xwe de hesabê vê dike. Ji ber ku dijmin ne li benda vê yekê bû. Şok bû, mat ma. Mesela li Xantûrê xistin, lê dan û piştre gotin ‘dibe ku kes nema be’ û xwest leşkeran deyne herêmê. Lê belê her cara ku hat derb xwar û vegeriya. Ev gelek gelek caran dubare bû. Ji nêzîkatiyên wan tê fêhmkirin ku vê berxwedanê dijmin matmayî kiriye. Di rewşa heyî de ev encam li Heftanînê afirî ye; şervaneke/î xwedî îrade, wêrek û bi tecrûbe ger bi rengekî profesyonel tevbigere dikare teknîka serdemê têk bibe, dikare li dij wê şer bike. Vî şerî ev yek ispat kiriye. Bêguman gerîlayên Heftanînê gerîlayên serdema nû ne. Di astekê de bi rêbazeke nû tevdigere, kûr dibe. Taktîk û rêbazên nû bi cih tînin. Çawa? Mesela di salên 1990’î de dewleta tirk gelek caran êrîş kirin. Her wiha êrîş li ser Heftanînê jî dikirin. Wê demê her carê bi giranî hêzên me xwe vedikişandin. Herêm dihate valakirin, dijmin dihat, hefteyek, du hefte yan jî mehekê diman, piştre jî diçû û kes nedima. Lê niha rewş ne bi vî rengî ye. Kesî xwe ji wir venekişandiye. Rast e; dijmin hatiye û xwe gihandiye hin girên Heftanînê, lê belê gerîlayên Heftanînê jî hîn li Heftanînê ne. Lê niha rewş ne bi vî rengî ye. Niha kesî xwe ji wir venekişandiye. Bi vê rêbazê em dixwazin şer daîmî bikin.”

‘Şerê li Heftanînê dê nesekine, bidome’

Karayilan ragihand ku rewşa li Heftanînê bi vî rengî ye û ev tişt anî ziman: “Ji niha û pê ve jî şerê li Heftanînê wê nesekine, wê dewam bike. Hevalên me gelekî bi xwîngermî tevdigerin. Her wiha em nêzîkatiyên ewqasî xwîngermî û çalakiyên her timî zêde rast nabînin. Divê hinekî bi rêbazên gerîla hêdî hêdî lê belê di astekê de bin. Berxwedana Heftanînê ji bo me bû tecrûbe. Hin encamên vê tecrûbeyê hene: Ya yekemîn; weke ku min beriya niha got; bi nêzîkatiyeke afirîner teknîka dijmin dikare bê têkbirin, li dijî wan berxwedan û şer dikare bê kirin. Yanî li Heftanînê niha ji bo me ne nêzîkatiya parastina qadê, lê nêzîkatiya taktîkê ya berê xwe dide çalakiyan esas e. Lê belê hate dîtin ku ger bê xwestin û amadekarî bê kirin ketina dijmin a li herêmê dikare bê astengkirin. Ev yek derketiye holê. Encama duyemîn jî ew e ku dema bi rêbazên gerîla yên serdema nû tevger çêbibe, wê ev yek li dijî dijmin serketinê biafirîne.”

‘Dijmin bi nêzîkatiya stratejîk dixwaze destkeftiyên kurdan ji holê rake’

Di axaftina xwe de Karayilan diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên dema nû li ser bingeha konsepteke nû ye û wiha axivî: “Yanî hedefa wan ne tenê em in. Bi rengekî stratejîk tevdigerin û hewl didin tevahiya destketiyên gelê Kurd kontrol bikin. Yanî êrîşeke bi vî rengî ya cidî heye.”

Karayilan da zanîn ku bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, bi navê gerîlayên PKK’ê ew bi biryar in ku li ber dijmin rabin û wiha pêde çû: “Car carna li deverên ku em lê nînin jî dixin. Bi rengekî bi kontrol li mirovên sivîl ên li başûrê Kurdistanê dixin. Dema ku vê dikin bi zanebûn li tevahiya gel naxin. Ji bo vê jî car carna lê dixin û hewl didin bitirsînin û bikişînin ser xeta xwe. Ev rebaz li Cizîr û Silopiyayê jî pêk anîn. Li Silopiyayê piştî ku Dayika Taybet şehîd xistin hefteyekê li kesên ku ji bo wergirtina cenazeyê wê diçûn nedireşandin? Çima? Ji bo tirsandinê. Niha li Başûr jî vê dikin. Mînak Kanî Masî bajarokek e. Li wir leşkerên tirk hene û hawirdora wê derê ji bo gerîla zêde ne guncav ne. Li wê xetê hevalên me nîne. Lê belê beriya çend rojan top avêtin malên li wê herêmê û bi qasî 200 metreyî li nêzî malan ketin. Çima lê didin? Kî li wir hene? Ger dibêjin ‘gerîla hene’, na li wir gerîla nîne. Her wiha gundên li derdorê hene. Mesela gundê Bêdehê. Tê gotin ku piraniya wî gundî hatiye valakirin. Gundê Durê. Em li wir nînin. Li wir tu tevgereke leşkerî nîne, lê dîsa jî lê didin.

Yanî em dixwazin gelê me yê hêja bi vê zanibe; Fermana vî dijminî li dijî kurdan hemûyan derbas dibe. Yanî gotina ‘li wir gerîla heye, dijmin êrîşî wir dike, gelê me ji ber vê yekê zirarê dibîne’ nerast e. Yanî êrîş li dijî tevahiya gelê kurd e. Divê ev rastî bê dîtin.”

Gerîla ji bo parastina ax û rûmeta kurd li Heftanînê şer dike

Li ser îdîayên ku tê gotin, li herêma Amediyê hin civîn tên lidarxistin û mîna sîstema cerdevaniyê rêxistinbûnek tê amadekirin, Karayilan ev nirxandin kir:

“Me jî nûçeyên bi vî rengî bihîst ku tê gotin li Amediyê civîn tên kirin û tiştekî mîna cerdevaniyê dixwazin ava bikin. Di vê demê de herî zêde pêwîstî bi helwesteke neteweyî heye. Ev mijareke gelekî girîng e. Em hêvîdar in ku ev nûçe nerast in. Di vê mijarê de divê kes şaşitiyê neke. Li holê çarenûsa gelekî heye. Yanî gelê kurd hemû di heman keştiyê de ne. Bala xwe bidin ser; şêwirmendê berê yê ewlekariyê yê Trûmp John Bolton pirtûkek nivîsî û di pirtûkê de diyar kir ku Trûmp ji kurdan hez nake. Wiha got, ‘Iraq bi ser wan ve tê ew direvin, tirk bi ser wan ve tê ew direvin; tenê dema ku balafirên me yên F-16 li ser serê wan be hingî şer dikin, wekî din şer nakin’. Bêguman ev yek ji gelek aliyan ve dikare bê şîrovekirin. Lê belê Trûmp di vir de negotiye ‘Kurdên Iraqê bi vî rengî ye, kurdên Tirkiyeyê bi vî rengî ye, kurdên Sûriyeyê bi vî rengî ye’. Beriya her tiştî kurd kurd e. Dijmin sînorek daniye naverastê. Lê belê em dinêrin, hinek radibin weke ku sînorê ji aliyê Xwedê ve hatiye danîn nêzî vê yekê dibin. Halbûkî kurd kurd e û Kurdistanek bi tenê heye. Yê ku Kurdistan kiriye çar parçe em nînin.

Mesela çapemeniya Başûr bi rengekî aşkera dibêje ‘Şerê navbera PKK û dewleta tirk’. Baş e PKK ji bo çi şer dike? Hevalên me yên niha li Heftanînê ne, li Geliyê Pisaxa ne, li Perexê ne, li Qesrokê ne, li Şeşdarê ne. Di nava dijmin de ne. Belê; dikarin rahêjin çenteyê xwe û ji wir biçin. Çima naçin, çima li wir di bin balafirên şer de, di nava leşkeran de ne? Gelo me jiyana xwe li naverastê dîtiye? Canê kesî ne erzan e, kesî canê xwe li naverastê nedîtiye. Baş e ew mirov çima li wir in? Weke hêzekê çima em li wir in? Gelo ma ne ji bo vê xakê ye! Gelo ma ne ji bo rûmet û welatparêziya kurd e! Ger dijmin hatibe qada me, divê em jî vê qadê biparêzin. Ev yek berpirsyariyek e. Yanî şer di navbera hêzeke biyanî, şer di navbera PKK û dewleta tirk de naqewime û hinek ji vê yekê zirarê nabîne. Li vir êrîşên dewleta tirk hene ku li ser bingeha konseptekê li dijî kurdan hemûyan tê kirin û êrîş li dijî kurdan hemûyan e. Em li ber vê yekê radibin. Em niha yekane astengî ne li pêşiya van planên dewlet T.C. Dibe ku li pêş çavan êrîşî me dikin, lê belê di esasê xwe de êrîşî her kesî dikin.

‘Şerê tê kirin, şerê di navbera gelê kurd û dewleta tirk de ye’

Divê ev yek bê zanîn; PKK dixwaze ku di nava sînorên heyî yên Tirkiyeyê de mafên nasnameyê bên qebûlkirin. Mafên xwezayî yên kurdan dixwaze. Em kurd divê weke xwe bi çanda xwe bijîn û karibin xwe bi rê ve bibin. Em vê dixwazin, lê ew ewqasî êrîşî me dikin. Yanî divê her kes bi vê zanibe; em asta herî maqûl a çareseriyê li nava sînorên Tirkiyeyê dixwazin. Ger dewlet AKP-MHP’ê xwe nade ber çareseriya bi PKK’ê, bi Rêber Apo re hingî xwe qet nade ber çareseriya hinekî din. Federasyona başûrê Kurdistanê tu carî qebûl nake. Di nava xwe de nasnameyê qebûl nake. Niha gelekî hewl dide ji bo di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya nû de navê kurdan qet nebe. Ji bo vê li Rojava şer dike. Gelo mêtingeriya ku li Sûriyeyê bi vî rengî şer dike, li Başûr ger bi ser PKK’ê de tê gelo armanca xwe tenê PKK ye? Milîtanên PKK’ê ji xwe dixwazin li Tirkiyeyê bi kurdbûna xwe bi rengekî azad bijîn. Yekane armanca xwe ev e. Ji bilî vê tu armanceke xwe ya taybet a ji bo şerê li dijî Tirkiyeyê nîne. Yanî şerê ku diqewime şerê navbera kurdan û dewleta tirk e. Lê belê em îro berpirsyariya vî şerî hildidin ser milê xwe û gelê xwe diparêzin.

Bêguman di vî şerî de ku em mafdar in, em dixwazin gelê me yê Kurdistanê, bi taybetî gelê me yê başûrê Kurdistanê bi me re be, em piştgiriya wan dixwazin. Em ê vê xakê biparêzin. Tecrûbeyên bi şerê Heftanînê re bi dest ketin, nîşan dan ku em dikarin di vî şerî de bi ser bikevin. Rast e ew ketine Heftanînê, lê belê em ê nehêlin ku bikevin devereke cuda. Ji bo vê ruh û hêza me ya pêwîst heye. Eger piştevaniya me bê kirin em dikarin vê dewletê têk bibin. Heta ku bêvila dewleta tirk bi erdê re neyê kişandin wê nesekine. Divê li cihekî bi erdê re bê kişandin. Li Rojava, li Başûr yan jî li Bakur divê em vê bikin. Divê bê zanîn ku tişta dijmin dixwaze bike welê hêsan nîne. Bi nêzîkatiyeke nerm, bi serîtewandina li ber dijmin, bi gotina ’em dostê we ne’ kes nikare pêşî li mêtingeriya Tirkiyeyê bigire. Bala xwe bidin dîrokê. Min berê jî anîbû ziman. Gotineke extiyaran heye. Çi dibêjin? Dibêjin, ‘Ev dewleta tirk çiqasî xwe nerm bike jî, xwe bike ker jî lê siwar nebe! Eger tu lê siwar bibe wê teqez lîstikekê bike û te biavêje erdê! Ev dewlet bi vî rengî ye.”

‘Divê kes nekeve xefika dewleta tirk’

Her wiha Karayilan diyar kir ku ew nizanin civîna li Amediyê çiqasî raste yan na û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvîdar in ku nerast e. Lê belê ger rast be, ev yek wê nîşan bide ku li dijî me hêzek tê avakirin û ev jî nîşaneya felaketekê be. Divê kes nekeve xefika Tirkiyeyê. Vê yekê ji bo her kesî dibêjim, lê bi taybetî gelê hêja yê Şêladizê û Deralokê divê zanibe ku ev yek lîstikeke. Dixwazin me bi hev bidin qirkirin. Pêwîstî bi hêzeke nû nîne. Eger dibêjin, ‘ji ber ku tirk tên em vê hêzê ava dikin’ hingî bila kes meraqan neke, tirk nikarin xwe bigihînin wir. Wê li wir şerekî mezin biqewime. Ne welê hêsan e. Em weke zarokekî neaxivin. Tecrûbeya me ya bi salan heye. Em li vir dixwazin bi navê gelê kurd bersivê bidin şovenîzma dewleta Tirkiyeyê. Bi rengekî mafdar em daxwaza piştgiriyê dikin. Em dixwazin ku bi me re bin; ne ku li pişt me be û piştre li me bidin. Welê nabe. Ev meseleyeke neteweyî ye.

Di vê mijarê de gelek hewldanên hêja hene. Ez her kesên ku bi rengê yekitiya neteweyî, ruhê neteweyî û ji bo kurdistaniyê hewl didin silav dikim. Bi taybetî pêşmergeyên Dêrîn xwedî seknekê ne, wan silav dikim. Her wiha ciwanên başûrê Kurdistanê îmzeyan kom dikin, hinek ji wan dixwazin tev li bibin, wan silav dikim. Her wiha sekna gelê Şêladizê ji bo me çavkaniya rûmetê ye. Em wan silav dikin. Kes nikare vê seknê nebaş bike, divê her kes xwedî vê seknê be. Ez ji vê yekê bawer dikim; di vê qonaxa dîrokî de ger em bibin xwedî helwesteke neteweyî em ê tu carî lawaz nebin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar