Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gerîlayên HPG û YJA Starê: Em ê artêşa tirk li Heftanînê bişikînin

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê bi hemû dijwariya xwe didome. Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî leşkerên bi pere û bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê yên artêşa tirk çalakiyên serkeftî pêk tînin û derbên giran lê didin. Gerîlayan di 13’ê çileyê de jî li Girê Partîzan ê Heftanînê çalakiyeke xurt pêk anîn. Gerîlayên ku di çalakiyê de cih girtin têkildarî mijarê ji ANF’ê bi Têkoşîn Axîn û Jîndar Şîlan re axivîn.

Ji gerîlayên YJA Starê Arîn Qamişlo ku di çalakiya Girê Partîzan de hebû têkildarî çalakiyê wiha got: “Ev çalakiya min a yekemîn e. Ji ber vê armanca min jî pêkanîna erkên vê demê ye. Ez bi hemû hêza xwe hewl didim ku bibim bersiv. Em niha bi hemû hêza xwe tev li Cenga Heftanînê dibin da ku tola hemû şehîdên şoreşê rabikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û çalakiya me jî serkeftî be.”

Gerîla ketin kozikên leşkeran

Gerîlayê HPG’ê Agir Hezex jî diyar kir ku di 13’ê çileyê de çalakiyek serkeftî li ser Girê Partîzan li dar xistin û hûrgiliyên çalakiyê wiha parve kirin: “Di encamê de 5 leşkerên dagirker hatin kuştin û gelek amûrên leşkerî, 2 kaleşnîkof, bomba, rext û fîşek jî hatin rakirin. Bi awayekî afirîner em çûn ser hedefa xwe û me êrîşî leşkerên ku li Girê Partîzan dagirkirine kirin. Bi çekên ferdî û bombeyên destan heval heta dikevin kozikên dijmin. Bi bandor lêdixin û diçin ser pênc cenazeyên leşkerên tirk. Di vê çalakiyê de 2 kaleşnîkof, melezekî leşkeran tevî rextê xwe, bombeyekî desta yê leşkerê bi navê Bayram Gunay û amûrên leşkerî hat rakirin. Di kêliya çalakiyê de leşkerên tirk ji ber tirs û xofa xwe direviyan, lê nedikarîn xwe ji gerîlayên azadiyê xilas bikin.”

‘Dê cenga herî mezin li Heftanînê bê meşandin’

Hezex herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên ferdî dikevin nava kozikên artêşa tirk, lêdidin û encam digrin. Cenga Heftanînê dê wek navê xwe be ji vir û şûn ve ji serkeftinê cudatir tiştek din nabe. Dê Cenga herî mezin li Heftanînê bê meşandin. Em ê li Heftanînê dewleta tirk a dagirker bişikînin. Em ê nehêlin ku dewleta dagirker bi hêsanî li Kurdistanê bijî. Ew ê hesabê komkujiyên xwe bidin. Tola gelê xwe û şehîdên xwe em ê li Heftanînê hildin.” HEFTANÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar