Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Agahiyên berfireh ên li ser daxuyaniya HPG’ê wiha ne:
“4’ê tîrmehê saet di 22:45’an li qada Girê Sor a herêma Avaşînê, helîkopterên Skorsky geriyan. Heman rojê saet di 23:00 de hêzên me li van helîkopteran dan. Piştî vê destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji herêmê biçin.
Artêşa tirk a dagirker bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barand.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:
2’ê tîrmehê saet di navbera 20:30-02:10’an de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Mamreşo, Şûkê, Tabûra Ereban, Banista û Girê Silêman, bi helîkopterên Skorsky hêz hatin guhertin.
4’ê tîrmehê saet di 20:10’an de li herêma Metînayê balafirên şer bombe li qada Stûnayê barandin.
4’ê tîrmehê saet di 20:00 de li herêma Metînayê qada Kela Qumriyê bi balafirên şer hat bombekirin. Heman rojê saet di navbera 21:30-00:00 de helîkopter li qada Qaşûra geriyan, zeviyên gundê Deşîşê, gundê Kela Qumriyê, gundê Kêste, derora gundê Hîrorê qada Girê Şehîd Çiya û Derarê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehat.” BEHDÎNAN