Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Gerîlayên HPG û YJA Strê li Erzîncan û Xakurkê çalakî li dar xistin

HPG’ê diyar kir ku gerîlayen HPG û YJA Starê li Erzîncan û Xakurke çalakî li dar xistine. Her wiha HPG’ê derbarê êrîşên hewayî yên artêşa tirk de jî agahî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayen HPG û YJA Starê li Erzîncan û Xakurke çalakî li dar xistine. HPG’ê daxuyanîyeke nivîskî weşand û derbarê çalakiyên gerîlayan agahî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Di 15’ê tîrmehê de hêzên me li Girê Olûkê yê Kemaha Erzîncanê gerîlayan li dijî leşkerên tirk ên dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran herêm bomberdûman kiriye û leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegerîyane baregeha xwe.”

Bi berdewamî HPG’ê ev agahî da: “Artêşa tirk a dagirker di 14’ê tîrmehê di destê êvarî de Girê Şehîd Hozan ê li Xakurkê û di 16’ê tîrmehê de jî Girê Şehîd Êrîş bi balefiran bombe kiriye. Piştî bomberdûmanê artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran leşker aniye qadê û li herdu giran tevgereke dagirker daye destpêkirin. Hêzên me di 16’ê tîrmehê saet di 14.10’an de li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker li Girê Helîkopterê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qadê derxistiye.”

Êrîşên hewayî

Derbarê êrîşên hewayê yên artêşa tirk de jî HPG’ê ev daxuyanî da: “Balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de; Di 16’ê tîrmehê saet derdorî 20.30’an de balafirên şer devera Xantûr a girêdayî Heftenîn bombe kir. Di 17’ê tîrmehê saetên şevê de balafirên şer ên tirk li gel gundên Bêreşê, Enzê, Bêpalan, Kozine yên girêdayî herêma Qendîlê û Girê Şehîd Nûda, Dola Bedrana, Dola Zergelê û Girê Şer bombe kirine. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzê me nehatiye, ziyan gihiştine bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên herêmê.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar