Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gerîlayên HPG-YJA Starê: Zarokên vî gelî wê tu carî nehêlin dijmin bi ser bikeve

Gerîlayên HPG-YJA Starê tînin ziman ku dijmin li gelek herêman asê maye û wiha didomînin: “Zarokên vî gelî wê tu carî nehêlin dijmin bi ser bikeve. Em wek zarokên vî gelî bi erk û berpirsyariyeke mezin ax û welatê xwe diparêzin.”

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji sala 2021’an û vir ve li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê berxwedaneke mezin dimeşînin. Gerîlayên ku cihê xwe di vê berxwedana mezin de girtin, li ser êrîşên dewam dikin ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Amed Azadî, diyar dike ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî dijwar dimeşînin û dibêje: “Şerê ku niha li Zap, Metîna û Heftanînê tê meşandin şerekî pir mezin û berfireh e. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîş dike. Em bi derfetên kêm û çekên ku di destê me de ne bersiva van êrîşan didin. Ji dema ku artêşa tirk dest bi êrîşa dagirkeriyê kiriye em li herêma Metîna şer dikin. Berxwedana Zendûra ji bo me bi serê xwe destanek bû. Di dîroka Kurdistanê de cara yekem e ku destaneke bi vî rengî tê nivîsandin. Şeş hevalan 51 rojan li dijî çekên kîmyewî û her cure teknolojîyê berxwedaneke mezin nîşan dan. Ev berxwedan nîşan dide ku divê em jî çawa têbikoşin.

Şer li gelek deveran belav bûye. Lê dijmin li herêmên dagirkirî asê maye. Ew nikare gavekê jî bi pêş de here. Di dîmenan de tê dîtin ku dijmin çawa cenazeyên leşkerên xwe yên li van herêman dişewitîne. Ev dewlet û artêş ewqas ji exlaqê dûr in ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitînin. Ji bo ku windahiyên xwe ji raya giştî veşêre vê yekê dike. Lê belê gerîla tiştên ku artêşa tirk jiyaye aşkere dikin. Helbet di vî şerî de gelek hevrêyên me yên qehreman şehîd ketin. Hevrê û fermandarên me yên fedaî Hevrê Rojhat, Cesûr û Piling pêşengiya vê berxwedanê kirin. Van şervanên leheng paşve gav neavêtin û heta dawiyê li ber xwe dan. Rojekê gazinc nekirin, bi îradeya xwe, bi derfetên kêm şer kirin. Ruhê berxwedanê yê Bager, Cesûr, Rojhat û Azadan wê vî şerî bigihîne serkeftinê. Em ê teqez dijmin ji Kurdistanê derxin û siya wan jî nehêlin. Ev soza me ye û em ê her tim li ser wê sozê bin. Helwest û hewldanên me bi tevahî di vê çarçoveyê de ne. Em ê li ser esasê felsefeya Rêber Apo berxwedana xwe bidomînin.”

Gerîlaya YJA Starê Bahar Goyî ku di şerê li herêma Metîna de cih girt, dibêje: “Ez ji destpêkê ve di nava berxwedanê de cih digirim. Em di şert û mercên dijwar de li dijî dijmin çalakiyan li dar dixin. Ez jî beşdarî çalakiyên bi bandor bûm. Serkeftina herî mezin ji bo me parastina axa xwe li hember dijmin e. Em weke hêzên gerîla ji bo serkeftinên mezintir bi dest bixin têdikoşin.”

Gerîlayê din ê bi navê Denîz Dalampêr jî tîne ziman ku gerîla her roj li dijî artêşa tirk çalakiyan lidar dixe û wiha didomîne: “Gelê me bi salan e li dijî zilm û zordariya dijmin li ber xwe dide. Gerîla vê berxwedanê li çiyayên Kurdistanê didomîne. Li aliyê din dijmin dixwaze berovajî vê yekê nîşan bide û propagandayên derew dike ku wê gerîla tune bike. Lê her roj em çalakiyên hevrêyên xwe di çapemeniyê de dibînin. Dijmin çiqasî şerê taybet bide meşandin jî, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên rojane re vê rastiyê vala derdixin. Dijminê me li gelek herêman asê maye. Niha navenda şer Zap e, lê li çar parçeyên Kurdistanê şer heye.

Ev yek nîşan dide ku şerê li Îmraliyê jî çiqas dijwar bûye. Ger niha li çiya û bajaran şer dewam dike, ev yek bi tecrîda li ser Rêbertî ve girêdayî ye. Nêzî 25 sal in li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran tê meşandin. Gelê me jî di şexsê Rêbertî de tê tecrîdkirin. Dijmin dixwaze têkiliya gelê kurd bi Rêbertî re qut bike. Dijmin dizane ku bi teknolojiya xwe nikare gerîla têk bibe. Ji ber vê jî êrîşên xwe zêdetir dike. Zarokên vî gelî wê tu carî nehêlin dijmin bi ser bikeve. Em wek zarokên vî gelî bi erk û berpirsyariyeke mezin ax û welatê xwe diparêzin. Divê gelê me bizanibe ku gerîlayên HPG û YJA Starê tu carî teslîmî dijmin nabin. Ez niha li herêma Metîna me. Metîna jî qada berxwedanê ye û ev bi salan e didome. Îro jî êrîşên dijmin dewam dikin. Em li dijî van êrîşan bi herêma Zapê re mil bi mil şer dikin. Em ê mîrateya berxwedanê ya ku şehîdên me ji me re hiştine heta dawiyê biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar