HPG bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku hêzên wan li dijî wesayîta zirxî ya ber bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve diçû, çalakiya sabotajê lidar xistine û wesayît bi temamî hatiye rûxandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê çalakiyên gerîlayan de agahiyan parve kir.
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 4’ê tîrmehê di saet 06.00’an de li dijî wesayîta zirxê ya tîpa kirpî k udi navbera qereqola Êrîş û Serê Sêvê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê tevger dikirin çalakiyeke sabotajê lidar xistine û ev agahî parve kir: “Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û hemû leşkerên di wesayîtê de hatine kuştin lê hejmara leşkerên hatine kuştin nehate testpîtkirin. Dîsa di heman rojê saet 10:00’an de hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Stûna yê navçeya Çelê bi cih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin.” BEHDÎNAN