Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gerîlayên HPG’ê: Ev şer divê ne tenê li Zapê be

Gerîlayê HPG'ê Welat Agir anî ziman ku heta gerîla hebe wê dagirker nikaribe li vî welatî bi hêsanî tevbigere û diyar kir ku ji ber vê yekê girîng e şer ne tenê li Zapê be, divê li her devera Kurdistanê serî bê hildan.

Gerîlayên HPG’ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ANF’ê re qala êrişên dagirkeriyê û têkoşîna gerîla kirin. Gerîlayê HPG’ê Bîrhat Ezîdxan ê ku ji Şengalê ye diyar kir ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve operasyoneke dagirker hatiye destpêkirin û wiha got: “Bi teknolojiya serdemê û bomberdûmankirina herêmê re ev operasyon dest pê kir. Dijmin dixwaze bi van êrişan re ciwanên vî gelî tune bike. Lê divê em ji bîr nekin ku gerîla bi salan e li çiyayên Kurdistanê ji bo dagirkeran têk bibin li ber xwe didin. Bi ciwantiya xwe de ya şoreşê de ji bo ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk bibim, ez ê bêtir şer bikin. Bi bîr û baweriya ku me ji Rêber Apo girtine û azmûnên gelek salan wê ji bo me bibin rêya serkeftinê. Em ê teqez dijmin li herêma Zapê têk bibin. Ev têkbirin wê bibe têkbirina dewleta tirk a dagirker.”

Gerîlayê HPG’ê Bîrhat Ezîdxan ev tişt jî gotin: “Dewleta dagirker ji bo êrîşên xwe bi ser bixîne hemû hêza xwe xistiye tevgerê. Bi her awayî dixwazin welatê me dagir bikin. Em jî zarokên vî welatî ne û em ji cihekî cuda nehatine. Em dixwazin di welatekî azad de bijîn. Lê belê dijminê dagirker dixwaze vî tiştî asteng bike, dixwaze Kurdan ji azadiya wê dûr bixîne. Li hemberî vê jî divê têkoşîneke xurt were raberkirin da ku em welatê xwe rizgar bikin. Divê dijmin jî baş bizanibe, heta ji me kesek bimîne jî em vê axê ji dijmin re nahêlin.”

‘Bi şêwazên nû yên gerîla em bê bi ser bikevin’

Gerîla Welat Agir jî diyar kir ev êrîşên ku niha taybet li ser Zapê tê kirin, ne bi tenê li dijî Zapê ye û wiha got: “Ev êriş li ser hemû Kurdan e. Ji ber ê em gerîla jî em berxwedaniyeke dîrokî didin meşandin. Dijminê dagirker li van deran gelekî tengijiye. Heta ku em li ser vê axê bin em ê nêhelin dagirkerî wisa bi rihetî tevbigere. Em xwedî vê bîr û baweriyê ne, em ê bi şêwazên nû yên gerîla vî şerî bidomînin û em ê bi ser bikevin.”

Agir diyar kir bi taybet divê gelê Başûrê Kurdistanê rabe ser xwe û got “Niha li Zap, Avaşîn, Metîna heta Heftanînê şer heye. Ji ber vê divê hîn zêdetir em têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Dijminê dagirker dixwaze bi tunekirina gerîla ve qirkirina Kurdan bide destpêkirin. Pêwist e ev şer bi tenê li Zapê sînordar nemîne. Dijmin dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike, divê serhildanên me jî li her dera Kurdistanê were kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar