Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Gerîlayên HPG’ê li Heftenîn û Kato Jîrka çalakî kirin

Gerîlayên HPG’ê li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rêze çalakî li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku çalakiyên gerîlayan ên di çarçoveyên Pêngavên Şoreşgerî de dewam dikin. HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên wan li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rêze çalakî li dar xistine.

HPG’ê di daxuyaniya ku da de ev agahî par ve kir: “Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Hefteînê ya li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya li ser Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin dewam dike. Di vê çarçoveyê de; Di 27’ê îlonê saet di 12.00’an de hêzên em li dijî yekîneyên operasyonê yên li nêzî Girê Şehîd Şêxmûs ê devera Şehîd Kendal çalakiyek kirin. Di vê çalakiya kozik û çeperên dijmin ji sê baskan ve hate lêdan de, 2 leşker hatin kuştin. Heman demê hêzên me balafirkek keşfê ya bi tîpa Drone jî kirine hedef û rûxandin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê bi çekên giran derdorî xwe da ber guleyan. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxlem vegeriyan cihên xwe.”

Li dijî wesayîtekê çalakiya sabotajê

Bi berdewamî HPG’ê ev agahî da: “Di 12’ê îlonê de hêzên me saet di 01.00’an de, di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Mawa û Şehîd Rizger Gever de li dijî Tireke ku amûr ji bo yekîneyên operasyonê ya ji bo herêma dikeve navbera devera Kato Jîrka û navçeya Elkê ya Şirnexê de bi rêbazê sabotajê kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku tir bi tememî rûxiya, dagirkeran li qadê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon di 14’ê îlonê de bêyî ku encamek bigire ji qadê vekişiyaye. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxlem vegeriyan navendên xwe.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar