Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Gerîlayên nû bang a tevlibûna refên gerîla kirin

20 ciwanên ku ji bo li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bibin bersiv tevlî nava refên gerîla bûn, perwerdeya xwe temam kirin. Gerîlayên nû li dijî mêtingehkirina Kurdsitanê, bang kirin ku şerê azadiyê were mezinkirin.

20 ciwanên kurd ên tev li nava refên gerîla bûn, perwerdeya xwe temam kirin û bang li gelê kurd, ciwanan û raya giştî kirin.

Ciwanan bi daxuyaniyekî diyar kirin ku ew weke ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û di heman demê de ji bo silavkirina sala 46’an a PKK’ê tev li nava refên gerîla bûne.

Hat destnîşankirin ku dagirkerî encex wê bi têkoşîneke xurt têk biçe û wiha hat gotin: “Em li dijî derewên şerê taybet ê dewleta tirk, hatine vir. Divê her ciwanek kurd vê sekna me ji xwe re mînak bigire. Dagirkerî beriya her tiştî encex wê bi têkoşîna di nava refên gerîla de têk biçe. Lewma jî em bang li ciwanên keç û xort ên Kurdistanê dikin; divê werin tev li nava refên gerîla bibin. Em bi hev re bi fîzîkî Rêberê xwe azad bikin, gel û welatê xwe ji çewisandinê rizgar bikin. Ji ber ku Kurdistan mêtingeh e, mêtingeha leşkerî ye. Lewma rizgariya Kurdistanê encex bi têkoşîna leşkerî ya di nava refên PKK’ê de pêkan e. Bêguman pêşengî û berpirsyariya vê beriya her kesî ayîdê ciwanên keç û xort ên Kurdistanê ne. Divê ew jî baş bizanin ku; her tevlibûneke di nava refên gerîla de, li dijî dijminê xwînrêj derbeyek e. Lewma werin em hemû şerê azadiyê mezin bikin û bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar