Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Gerîlayên profesyonel xeyalên dagirkeran hilweşand

Berxwedêrên Cenga Xabûrê diyar kirin ku di sala 2021’an de gerîlayên ku profesyonel bûne xeyalên dagirkeran hilweşandine û dan zanîn ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê di sala 2021’an de bi tîmên profesyone ku eraziyê baş bi kar tînin, li hemberî artêşa tirk şerekî mezin meşandin.

Dewleta tirk ligel her cure metodên teknîkî û şerê qirêj li hemberî gerîlayan nekarî bi pêş ve biçe û li hinek deran neçar ma vekişe.

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Cûdî û gerîlayê HPG’ê Berxwedan Jiyan ên ku tev li Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê bûne û 9 meh in li ber xwe didin, diyar dikin ku ew bi berxwedana xwe şerê serfiraziyê didin.

Dê ev şer bibe şerê serfiraziyê

Avaşîn Cûdî: Dewleta tirk çekên kîmyewî jî tê de gelek çekên qedexe bi kar anî lê li hemberî wan berxwedaneke mezin pêk hat. Ji ber ku di warê taktîk de pisporiyeke me çêbû, em derbên giran li artêşa tirk dixin. Dewleta tirk li Metîna û Zendûrayê êrîş kir lê hevalên me li Zendûrayê destana berxwedanê nivîsandin. Dewleta tirk di şer de li gorî tu pîvanan tevnagere. Em jî bi îradeya xwe û girêdayîna bi doza xwe şer dikin. Em bi fikrên Rêber Apo dimeşin. PKK bi çek û bomberdûmanan naqede. Heke em keseke tenê jî bimînin wê doza me bidome. Em ê bi çalakiyên xwe yên xurt tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişikînin.  Vî şerî nîşanî me da ku dê pergala faşîst a dewleta tirk êdî riziyaye. Helwesta gerîla zelal e, dê ev şer bibe şerê serfiraziyê.

Dewleta tirk  û PDK’ê di sala 2021’an de êrîşeke mezin bir ser gerîla. PDK’ê di mehên biharê de êrîşî Çarçel û Metînayê kir. Dewleta tirk jî êrîşî Avaşîn û Zapê kir. Hêzên PDK’ê tevî dewleta tirk êrîş kirin û ev jî diyar dike PDK tevî dewleta tirk di nav hevkariyê de ye. Dema hatin Çarçelê tevî gelek wesayîtên zirxî hatin. Armanca wan ev bû êrîşî gerîlayan bikin.  Me dikaribû bersiveke mezin bidin wan lê gerîla xwest li gorî armanca Rêber Apo tevbigere. Tevgera me gelek caran PDK hişyar kir. PDK’ê gelek caran cihê hevalên me da dewleta tirk û hevalên me şehîd bûn.

‘Armanca me azadiya Rêbertî ye’

Berxwedan Jiyan: Di vê pêvajoyê de pisporî û branş derketin pêş. Sabotaj, sûîkast, çekên giran pergala dijmin difelişîne. Gerîla her dem xwe nû dike û teknîka dijmin pûç dike. Bi taybetî sûîkast psîkolojiya dijmin tarûmar dike.

Gerîla di Pêngavên Şoreşger ên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de êdî profesyonel bûye. Leşkerên ku dixwazin têkevin çeperan ji ber tirsa sûîkasta gerîlayan êdî nikarin serê xwe rakin. Skorsky newêrin nêzî cihê çalakiyê bibin û nedikarîn leşkeran deynin. Ji Zagrosê heta Metînayê psîkolojiya leşkerên tirk serûbin bûye. Li hemberî taktîkên gerîla nikarin tiştekî bikin. Li Mam Reşo, Zendûra, Girê Sor û Werxelê derbeke giran a dîrokî xwarin. Gerîla pêşiya dagirkirina başûrê Kurdistanê girt. Dewleta tirk gava xwe avêt ku derê yan mayînek teqiya yan jî gerîla li wan da.

Xeyala dijmin ev bû di 3-4 mehan de bigihêje Garê lê salek derbas bû nekarî xeyala xwe pêk bîne. Li hinek cihan bi cih bûn lê tîmên me yên taybet ên gerok hene.  Bi tenê 3 gerîlayên profesyonel dikarin leşkerên tirk bidin sekinandin.

Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bixin. Jixwe dijmin heta astekê têk çûye. Di sala nû de dê gerîla li hemberî dewleta tirk serkeftineke mezin bi dest bixe. Em ê êrîşkariya dijmin qet ji bîr nekin û soza me ev e ku em ê tolê bistînin. Wê serfirazî ya me be. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar