Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê di 3’yê tebaxa 2014’an de êrîşî ser Şengalê kir û li ber çavê cîhanê komkujiyên hovane pêk anî. Komkujiya ku herî dawî ya li ser êzidiyan wekî Fermana 74’an tê binavkirin. Li gorî hin daneyan, nêzî 3 hezar kes hatin qetilkirin. Li gorî hin lêkolînan ev hejmar 2 hezar û 855 e.
Li ser banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Fermandariya Biryargeha HPG’ê di 5’ê tebaxa 2014’an de ragihand ku ew ê mudaxeleyî rewşa Şengalê bikin. Piştî daxuyaniyê fermandarê êzdî yê ji Şengalê Dilşêr Herekol jî di nav de 12 gerîlayên HPG’ê ji bo parastina êzidiyan ber bi Şengalê ve bi rê ketin. Lê PDK’ê pêşî li wan girt û nehişt ku derbasî Şengalê bibin. Li ser vê yekê gerîlayên HPG’ê bê çek û bi awayekî veşartî xwe gihandin Çiyayê Şengalê. PDK’ê di vê komê de 3 gerîlayên HPG’ê ku bi hawara êzidiyan diçûn esîr girtin.
Hêzên Parastina Rojava YPG û YPJ’ê jî ketin nav tevgerê û herêmên Til Koçer û Cezaa yên Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kirin û gihiştin Çiyayê Şengalê. Hêzên YPG û YPJ’ê ku di rojekê de nêzî 100 kîlometre meşiyan, gihiştin Çiyayê Şengalê û êzdî xistin di bin ewlekariya xwe de.Piştre di navbera Rojava û Şengalê de korîdora mirovî hate vekirin. Bi van korîdoran êzdî derbasî herêmên ewle hatin kirin. Li aliyeke din ve jî di 14’ê Çileya 2015’an de Meclisa Gel a Şengalê hate îlankirin. Di bin sîwana Meclisê de avakirina YBŞ û YBJ’ê ku baskê leşkerî yê êzdiyan e, hate ragihandin. Di 31’ê cotmeha 2015’an de hemleya operasyona rizgarkirina gundên rojavayê Şengalê dest pê kir. Di 13’ê mijdara 2015’an de ji hemû cîhanê re hate ragihandin ku navenda Şengalê û gundên wê hatine rizgarkirin. Di ser rizgarkirina Şengalê re 10 sal derbas bûn.
Endamê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Şengalê Bîro Berakat bi minesebata 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.
Bîro Berakat diyar kir ku ew hêzên ku digotin “em ê Şengalê biparêzin” Şengalê tenê hiştiye û got ku gerîlayên HPG’ê nebûna wê çarenûsa êzidiyan cudatir bûya û wê pêvajoyê wiha vegot: “Em şehîdên YPG’ê, YJŞ’ê, YJA Star û HPG’ê ku di oxira rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û bejna xwe li ber berxwedana wan ditewînin. Bi saya van şehîdan em îro dikarin li Şengalê weke civaka êzidî bijîn. Di sala 2014’an de komkujiyek hate serê civaka êzdî. Dema ku ev komkujiye pêk dihat, gelek hêz di Şengalê de hebûn. Van hêzan digotin,’em ê alikariya civaka êzdî bikin’ lê van hêzan Şengal tenê hiştin. Hikûmeta Iraqê hejmara xwe ya li vir kêm kir û hêzên wê yê ku li vir diman jî şer nekirin.Li deverên weke Bexda li aliyekî disekînin. Hêzek din a ku digot,’em ê biparêzin’ jî pêşmergeyên PDK’ê bûn. Beriya fermanê jî digotin,’ em piştgiriya civaka êzidî dikin’ lê di fermanê piştgirî nedan û civaka êzdî di nava lepên wan çeteyên hov de hişt. Pêşmerge bû sedem ku gundên êzidiyan bikevin bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de. Di vê xetimandinê hewledayinên PKK’ê hebûn û dixwest ku hêzên xwe ber bi çiyayê Şengalê ve bişîne. Lê wan hêzên ku pişta xwe didan êzidiyan pêşiya hêzên PKK’ê jî dihate girtin û nedixwestin ku bên vê derê civaka êzidî biparêzin. Xwestin ku civaka êzidî tune bibe. Lêbelê 11-12 hêzên HPG’ê ji vir derbasî çiyayê Şengalê bûn û civaka êzidî parastin. ”
Bîro bi lêv kir ku di parastin û rizgarkirina Şengalê de 12 gerîlayên HPG’ê rol û mîsyoneke pir girîng lîstine û wiha axivî: “Hêzên HPG’ê rê li çeteyan girt. Ev hêz bûn sedem ku gel li hemberî çeteyan bikaribe xwe biparêze. Pêşengê van 12 hevalan Dilşêr û Memo heval bûn. Bi pêşengiya wan civaka me ji komkojiyê hat xelaskirin. Van hêzan korîdorek ji şengaliyan re vekir û civaka êzidî derbasî çiyayê Şengalê bû. Bi çekên xwe û îradeya xwe kal, jin, ciwan û zarokên me xelas kirin. Ew civaka ku takatê wê yê berxwedanê nemabû bi saya vê hêzê rabû ser piyan û li ber xwe da. Korîdora mirovahiyê li Dîgorê û Rojava vekirin. Van hêzan bi maddî û manewî karî ku vê civakê biparêzin. Gelek êzidiyên ku hatine rizgarkirin berê xwe dan rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê. Heta niha jî gelek ji wan di kampan de weke esîran e. Civaka êzidî xwedî bi îrade bû û şerker bû. Lêbelê ew kesên digotin ku,’ em xwişk û birayên we ne, hevalên we ne’ xwedî li vê civakê derneket, ax û baweriya vê civakê neparastin. Ew êzidiyên ku hê heta îro jî di kampan de dijin de cihê xemginiyê ne.”
Bîro Berakat bal kişand li ser nêrîn û bangawaziya Rêber Apo ya ji bo Şengalê û got ku piştî rizgarkirina Şengalê ew fikriyatê neteweya demokratîk li wir hat avakirin û wiha domand: “Bi mehan şervanên Serok Apo bi fikreke azad şer kirin. Xwedî derketina vê civakê weke erkek ji xwe re dîtin. Xwe ji vê civakê re kirin mertal. Bi vê rihê fedakarî bûn sedem ku civaka êzdî li ser axa xwe bimîne. Em wan leheng û pêşengan jibîr nakin. Îro di nava civaka êzidî de herkes xwe di nava fikrê birêz Abdullah Ocalan de dibîne. Piştî ku Şengal hat rizgarkirin ew kesên ku pişta xwe dabûn me vegeriyan çiyayê Şengalê. Armanca vegera wan jî ne ji bo parastina Şengalê bû, ji bo reşkirina PKK’ê bû. Lê PKK’ê li çiyayê Şengalê ala xwe daliqand. Ew kesên ku xiyanet li civaka êzidî kirin li ber çavên me rûreş in. Nêzî 2 hezar û 500 êzidî li Şengalê bi zarokên xwe re êsîr man û piştre jî koçber bûn. Lê niha 300 hezar êzidî vegeriyane Şengalê. Ev jî bi saya 12 gerîlayên HPG’ê bûn. Heke ku îro êzidî li Şengalê de bin ev bi xêra wan kesan û Rêber Apo bû. Li çiyayê Şengalê li ser her kevirekî, pelekî xwîna wan şervanan heye. Îro em dikarin bi baweriyên din re bi hev re li Şengalê bijîn.”
Bîro destnîşanî bedelên ku ji bo azadiya Şengalê hatine danîn kir û ji bo vegera êzidiyan a ber bi Şengalê ve ev bang kir: “Ji bo ku êzdî bikaribin li ser xaka xwe bi azad bijîn bedelên giran hatin dayin. Em niha ji gelê xwe hêvî dikin ku vegerin Şengalê. Bila ji wan kampan derkevin û bên ser axa xwe bijîn. Em ne poşman in ku me ev berdele dane û em ê ji bo parastina vê civakê jî her tim tebikoşin. Divê civaka me her tim li pey doza xwe be û wan rojan jibîr nekin. “