Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin

Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin û Leyla Guven silav kirin. Zozan Çewlig li pîrozbahiyê axivî û wiha got: “Di gerîlatiya nûjen û şerê demê de em ê bi roleke girîng rabin. Di xeta Zîlan de pêşengiyê bikin û dawî li tecrîdê û zîhniyeta serdest bînin.”

Gerîlayên YJA Starê bi merasîmekê 8’ê Adarê pîroz kirin. Fermandara Biryargeha Navendî  Zozan Çewlig, Endamê Konseya Leşkerî Şerda Mazlûm Gabar, ji Fermandarên YJA Starê Peyman Bagok, Amara Gulistan û bi dehan gerîlayên YJA Star tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn. Di merasîmê de Fermandara Biryargeha Navendî  Zozan Çewlig ji gerîlayan re axivî. Çewlig di axaftina xwe de bal kişand ser cudahiya vê biharê û di bin pêşengtiya Leyla Guven de bihara berxwedaniya jinê ye.

Zozan Çewlig di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Destpêkê bi navê tevahiya hêzên YJA Starê ji ser çiyayên Kurdistanê heta Îmraliyê em hezkirin û girêdayîna xwe ya bêdawî ji Rêber Apo re dişînin û em destpêkê 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin. Her wiha tevahî hevrê dizanin ku îro li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, tecrîda ser jin û gelan di bin pêşengtiya hevrê Leyla Guven de hevrêyên li girtîgehan, Mexmûr, Hewler û Ewropa her wiha li gelek deveran bedenên xwe wekî mertal danîne holê. Em, wek gerîlayên YJA Star, berxwedana van hevrêyan silav dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li berxwedana wan derbikevin. Di şexsê tevahî dayikên şehîdan de em 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin. Dîsa di şexsê hevrêyan de, her çiqas wek mekan û fizîk em ji hev dûr bin jî em dizanin ku 8’ê Adarê bi heman ruh û heman hêstan li çiyayên Kurdistanê pêşwazî dikin. Li ser vê esasî em gerîlayên jin ên Bakurê Kurdistanê, Qada Parastina Medya û Mexmûrê, dîsa şervanên azadiyê YPJ, YJŞ, HPJ  silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.”

‘Pêşengiya Leyla Guven xeta Sara, Zîlan û Bêrîtanan e’

Di berdewamî Çewlig wiha got: “Em 8’ê Adara 2019’an di pêvajoyeke awarte de pêşwazî dikin. Lê di heman demê de em bi berxwedana jinan bi pêşengtiya Leyla Guvenan îro li çiya, kolanan, deşt û bajaran di bihareke nû de derbasî pêvajoyeke nû dibin. Em dizanin ku mêtingeriya zilam a 5 hezar salî, îro li ser jin û civakan xwe zêdetir ferz dike. Ev pergala îro ji bo jin û civakan ji bilî qirkirin, kolekirinê û asta faşîstên ku ti tiştî nade, em li hemberî vê xetê weke jin îro bi rastî jî li her deverê li ber xwe didin û berxwedanê bilind dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev bihar dê ji tevahî biharan cudatir bibe. Xeta ku di pêşengiya Leyla Guvenan de niha tê meşandin xeta Sara, Zîlan û Bêrîtanan e, xeta azadî û berxwedanê ye. Em dizanin ku siyaseta qirkirina dagirkeriya faşîstan di şexsên Erdogan, Bahçelî û hwd. tên meşandin wê bi berxwedana jinan têk biçe. Wê ji bo jin û gelan jiyaneke wekhev û azad ava bike. Edaleta jinan, yekîtiya jinan, berxwedana jinan, hezkirina jinan, wê jiyaneke azad ava bike.”

‘Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin’

Çewlig diyar kir ku dê heta dawiyê li ber xwe bidin û ev tişt anî ziman: “Serokê me, gelê me, tevahiya gelan û em YJA Star jî ji pêvajoyeke awarte re derbas dibin. Em hemû di ferqa vê de ne ku bi vê berxwedana ku tê dayîn, em ê sala 2019’an wisa saleke bi sivikî derbas nekin. Em di vê baweriyê de ne ku ev berxwedana ku îro bilind bûye, bi rengê jinan bi pêşengiya jinan, bi ruhê jinên azad bi wêrektiyeke mezin serî rakiriye. Em YJA Star ji bo ku pêşengtiya vê bikin û layîqê vê derbikevin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bersiva pêwîst bidin.”

‘Berxwedana jinan dê pergalê biguherînin’

Di dawiya axaftina xwe de jî Çewlig wiha got: “Li ser vê esasê bi taybetî em ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo tecrîdê bişkînin, ji bo jin û gelan azad bikin çi erk bikeve ser milê me, em ê erka xwe pêk bînin. Wekî YJA Star em ê di gerîlatiya nûjen de şerê demê bi rolekê sereke bilîzin. Di xeta Zîlanan de pêşengtiyê bikin, tecrîd û zîhniyeta serdest em ê têk bibin. Em bi vê îdîayê, bi vê biryar û moralê bihara 2019’an pêşwazî dikin. Em bi vê bawerin ku dê berxwedan bi xwe re azadiyê bîne. Berxwedana jinan, dê pergalê biguherîne. Li ser vê esasê em careke din 8’ê Adarê li tevahiya hevrêyan û li hemû jinan pîroz dikin. Em dibêjin; Bijî ruhê 8’ê Adarê û yekîtiya jinan. Bijî berxwedana jinan û berxwedana gelan. Bijî têkoşîna azadiya jinan. Bijî PAJK û PKK. Bijî Serok Apo.”

Piştî ku merasîm bi dawî bû gerîlayên YJA Starê bi moral û coşekê bilind 8’ê Adarê pîroz kirin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar