Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Gerîlayên YJA Starê: Bi felsefeya Apoyî tevlî jiyana bedew bibin

Gerîlayên YJA Starê daxuyandin ku ew ê di her çalakiyên xwe de derbê li sîstema bi serweriya mêr bixin û ev bang li hemû jinan kirin: “Bi taybetî jinên ciwan berê xwe bidin nava refên YJA Starê, bi felsefeya Apoyî tevlî jiyana bedew bibin û têkoşînê bi ser bixînin. Em hêza parastinê ya hemû jinên bindest in.”

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî çalakiyên bi felseya Jin Jiyan Azadî li ser seranserê cîhanê berfireh dibe. Gerîlayên YJA Starê yên ku pêşengiya felsefeya Jin Jiyan Azadî dikin têkildarî 25’ê Mijdarê axivîn. Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku bi milyonan jin di nava sîstema serwer a mêr de her roj têne qetilkirin, destdirêjî, destavêtin û tundî li jinan tê kirin, jinê vediguherînin parçeyek ji vê jiyana hovane û rewa dikin.

Gerîlayan bi bîr xistin ku Rêber Apo bi îdeolojî û felsefeya xwe ev mejî kişif kir, rêya têkoşîna azadiyê danî pêşiya jinan û destnîşan kirin ku artêşa jinê jî li ser vê bingehê ava bû. Gerîlayên jin ragihandin ku li her qada şer û jiyanê ew bi pêşengiyê radibin û gotin, tundiya bi rêk û pêk tenê bi rêxistiniya hevpar û hêza xweparastinê ya jinan dikare bi dawî bibe. Gerîlayan anîn ziman ku li gelek deverên cîhanê polîtîkayên qirkirinê li hemberî jinê têne meşandin û ev polîtîka jî bi berxwedan û piştevaniyê dikarin bêne têkbirin.

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku ne tenê ji bo jinên Kurdistanî, ew ji bo her jineke bindest têdikoşin û têklidarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî ev peyam dan: “YJA Starê di serî de ji bo jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji Afganistan û Hindistanê heta bi Ewropayê ji bo hemû jinên bindest artêşa parastinê ye. Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê dagirkeran têk bibin. Em xeta hevrêyên jin ên fedaî yên weke Asya, Rûken û Sara ji xwe re dikin esas ku bêteredût ji bo azadiyê canê xwe feda kirin. Weke şervanên YJA Starê di her çalakiya xwe de em ê derbê li sîstema bi serweriya mêr bixin. Banga me li jin ên ciwan hemûyan e; berê xwe bidin nava refên YJA Starê, bi felsefeya Apoyî tevlî jiyana bedew bibin û têkoşînê bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar