Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Gerîlayên YJA Starê derb li helîkopterê xistin

Gerîlayên YJA Starê 2'ê îlonê li helîkoptereke êrîşê xistin ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T ya herêma Zapê bibarîne. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji herêmê biçe

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

31’ê tebaxê saet di 05:00 de li ser rêya Şemzînan-Geverê ya Colemêrgê, hêzên me li nuqteya kontrola rê xistin. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên ku hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

2’ê îlonê saet di 00:30’î de li herêma Zapê, hêzên me yên YJA Starê li helîkoptereke êrîşê xistin ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T bibarîne. Helîkoptera êrîşê ya ku derb xwar neçar ma ji herêmê biçe.

2’ê îlonê saet di 19:00 de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li qada Cîloyê Biçûk, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Hedefên hatin diyarkirin, bi rengekî serketîf li wan hat xistin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

2’ê îlonê saet di navbera 01:30-02:30’î de artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin. Dagirkeran xwestin piştî bombardûmanê bi pêş ve biçin. Berxwedêrên Werxelê ji nêz ve li dagirkeran dan û dagirker neçar man vekişin.

3’ê îlonê saet di navbera 06:50-09:00 de artêşa tirk a dagirker careke din sûcê şer kir û bi gazên bi jehr êrîşî qada berxwedanê ya Werxelê kir.

Liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê ya li ser qadên berxwedanê dewam dike.

2’ê îlonê saet di navbera 11:30-19:10’an li herêma Zapê qadên Çemço, Sîda û gundê Rençbiraxa ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê rû da hîn jî dewam dike.

2’ê îlonê saet di navbera 20:40-22:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûrayê geriyan. Heman saetê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Dêşîşê, Êdînê, Kêste, Serarû û Hirorê û qadên Koordîne û Kela Qûmriyê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

2’ê îlonê saet di navbera 00:40-01:30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman geriyan.

3’ê îlonê saet di navbera 08:00-09:00 de li herêma Garê gundên Kafya, Şêranê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê rû da dewam dike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar