Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gerîlayên YJA Starê: Em dev ji doza xwe bernadin

Êrîşên dagirker ên dewleta tirk a li ser Heftanînê dewam dike. Ji gerîlayên YJA Star Axîn Gabar û Zîlan Wan ên di Cenga Heftanînê de cih digirin, Cenga Heftanînê vegotin.

Axîn Gabar diyar kir ku dema taktîk û rêbazên gerîla bi cih were ne mimkun e ku dijmin gerîla têk bibe û wiha got: “Ne mimkûn e ku mirov ji hevrêyên xwe yên li ber xwe didin bandor nebe. Hevrêyên me bi lehengî şehîd ketin. Bi taybet hevrê Memyan, Amara û herî dawî jî hevrê Rûstem bi berxwedana raber kirî ruhê Bêrîtan û Zîlan derxist holê.  Bi hatina ba hev a van her du ruhan hêzekî pir mezin dide avakirin. Me gotina Fermandarê Mezin Çiyager a ‘Çi dibe bila bibe dê dawî heybet be’ û dîsa sirûda Cenga Heftanînê ya Şehîd Tolhildan ‘Ev der Heftanîne’ me ji bîr nekiriye. Gerîlayê pispor bûye wê bi ser bikeve.”

‘Şehîdan çawa li ber xwe dan em jî wisa li ber xwe bidin’

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Wan jî di heman mijarê de ev tişt anî ziman: “Min bi çavê xwe dît ku dijmin bê ka çiqasî lewaz bûye. Mirov çiqas gotin li ser berxwedana Heftanînê, sekna heval bîne ziman kêm e. Ji vê berxwedanê û seknê pir bandor bûm. Dijmin pir êrîş kir. Cara yekem e ku dijmin evqas dijwar êrîşî Heftanînê dike. Ji bo vê berxwedan û têkoşîna hevrêyan pir bi bandor e. Ev jî hêzekî mezin ava kir. Berxwedana li Heftanînê berxwedanekî dîrokî ye.

Di Cenga Heftanînê de têkoşîna xurt a jinê derket pêş. Heftanîn bû yek ji cihê herî zêde hêzên me yên YJA Starê çalakî lê bikin û dîsa bû cihê ku yek ji herî zêde rola gerîlayê pispor ê bi pêşengtiya hevrêyên jin derket holê ye. Keda jinê bi zêdahî li vir derket holê. Rêbertî bi salan ked da, me dît ku hêza jinê bê ka çawa darbe danî.

Ev hemû bi saya Rêbertî pêk hat. Bi saya şehîdan pêk hat. Ji bo vê divê Rêbertî bê azadkirin. Ev şer û têkoşîn ji bo vê ye. Dijmin bila vê baş zanibe; çi dibe bila bibe, em dev ji doza xwe bernadin. Ji ber ku dîrok serketinê ji me dixwaze. Çavkaniya morala me Rêbertî û şehîd in. Em hêza wan a tolhildanê ne. Wan çawa li ber xwe da em jî dê li ber xwe bidin.” HEFTANÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar