Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gerîlayên YJA Starê: Em deyndarê Rêber Apo ne

Gerîlayên YJA Starê bi boneya 8’ê Adarê banga xwedî derketina li keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin, “Em ê di xeta Sara, Berîtan û Zîlanan de bimeşin û meşaleya azadiyê geş bikin.”

8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wateyek xwe ya girîng ji bo jinan bi taybet jî ji bo jinên têkoşer heye. Jin her sal vê rojê pîroz dikin û weke sembola jinan tê pênase kirin. Li seranserê Kurdistanê jî jin li her derê pîrozbahî û merasîman li dar dixin.

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji ANF’ê re axivîn. Gerîlayan girîngiya 8’ê Adarê anîn ziman.

Gerîlaya YJA Starê Narîn Şiyar di serî de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû şehîdên Kurdistanê û gerîlayên ku niha di tunelên şer de li ber xwe didin pîroz kir û wiha got: “8’ê Adarê ji bo me xwedî wate ye û mirov bi jiyan kirinê dikare vê wateyê pênase bike. Raste her roj ji bo me girîng in, lê di 8’ê Adarê de xweza û taybet jî çiyayên azad bi rengê jinan tê xemildanin. Yê ku herî zêde ji bo azadiya jinan ked daye, Rêber Apo ye. Rêbertî rêya azadî û heqîqetê nîşanî me da û em ê jî bi vî rengî bûn lêgerînerên heqîqet û azadiyê. Me fêm kir ku mirov encex di çiyayên azad de dikare nasname û jinbûyîne nas bike. Rêber Apo em kirin xwedî îradeya têkoşîn dayînê. Bi vê yekê re mîlîtanên weke Sara, Zîlan, Bêrîvan, bi hezaran qehreman û gerîlayên ku niha di çeperên şer de li ber xwe didin, derketin. Yê ku têkoşîn û îradebûnê fêrî me kir, hevala Sara bû, yê ku çalakvaniyê fêrî me kir hevala Zîlan bû, yê ku berxwedaniyê fêrî me kir hevala Bêrîvan bû. Ez dubare 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû hevalan pîroz dikim û dibêjim, ‘Jin, jiyan, azadî.’

Nasnameya azadiyê

Gerîlaya YJA Starê Viyan Avesta jî ji bo jinan 8’ê Adarê û girîngiya vê rojê weke vejînê pênase kir û wiha domand: “Yê ku di esas de ev roj diyarî me kirî, Rêber Apo ye. Em bi saya keda Rêbertî bûne xwedî dîrokek. Weke jinek kurd li çiyayên Kurdistanê têdikoşim, 8’ê Adarê ji bo min wateya azadiyê ye. Bi saya keda Rêber Apo nasnameya xwe zanîn û weke jin xwe di ramanên wî de nû kirin ji bo min bingeh e. Li ser vê bingehê û bîrdoziya Rêber Apo em îro li çiyayên Kurdistanê têdikoşin. Îro têkoşîna ku bi pêşengtiya YJA-Starê li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, nîşaneya xwe bi hêz kirina jinan di ramanên Rêber Apo de ye. Jin nasnameyek azad ji bo xwe afirandiye û 8’ê Adarê ji bo me nasnameyek azadiyê ye. 8’ê Adarê ji bo me hebûne, ji nû ve avakirine ku hêza têkoşînê dide me. Îro li çeperên şer, li qada berxwedanê tişta ku jin pêşengtiyê jê re dike ev e ku dibêje, ez heme, ez xwedî îradeyekî me, hêza min a şer heye û ji bo azadiya xwe têdikoşim. Di heman demê de îro berxwedana jinan xwedî derketina keda Rêber Apo ye ku li ser azadiyê daye. Ez wek jinekî hêza xwe di nava refên gerîla de dîtim û bûm xwedî bawerî. Tişta ku me li ser lingan digre û hêza şer kirinê dide îrade û baweriya me ye. Tişta ku niha dikeve ser milê me jî ev e ku em xwedî li keda Rêber Apo derkevin û di çeperên pêş de li hemberî dagirkeriyê helwesteke xurt raber bikin. Ez di dawiyê de 8’ê Adarê li Rêber Apo, hemû jinên cîhanê û gelan pîroz dikim û dibêjim, ‘Jin, jiyan, azadî.’

‘Em ê meşaleya azadiyê geş bikin’

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Firat jî di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê û gerîlayên ku niha di çeperan de şer dikin, pîroz kir û girîngiya 8’ê Adarê ji bo gerîlayên jin wiha anî ziman: “8’ê Adarê ji bo me gerîlayên jin xwedî wate û girîngiye. Di serdema niha de em jin berxwedan û xwedî lê derketina nasnameya xwe bi wate dibînin. Rêber Apo bi salan in ji bo jinan kedekî mezin dide û em dixwazin xwedî li vê kedê derbikevin. Îdia û armanca me ev e ku em xwedî li Rêber Apo û xeyalên şehîdan a Kurdistana azad derbikevin. Em dixwazin erkên ku dikevin ser milên me bi cîh bînin û jiyana azad biafirînin û di xeta Sara, Berîtan û Zîlanan de bimeşin û meşaleya azadiyê geş bikin. Armancên me mezin in û ji bo vê yekê jî em bi her awayî amade ne ku di çeperên şer de ji bo armanca xwe têbikoşin. Ez 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz dikim û dibêjim, Bê Serok jiyan nabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar