Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gerîlayên YJA-Starê li dagirkeran dan: 13 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîlayên azadiyê didome. Di çalakiyan de 13 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, derb li helîkopterekê hate xistin, çeperek û cîhazeke guhdarîkirina deng jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê heyî û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek da. HPG’ê aşkera kir ku gerîlayên wan derbên giran li dagirkeran xistiye û di encamê de 13 dagirker hatine kuştin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de aşker kir ku dagirker li pêşberî berxwedana gerîla nikarin bi hêsanî tev bigerin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ev agahî belav kir: “Li hemberî tevgera dagirker a ku dewleta tirk a mêtinger li ser herêmên Zap û Avaşînê dabû destpêkirin, berxwedana hêzên me didome. Hêzên me derbên giran li dagirkeran dixin. Hêzên me taktîkên serdema nû di nav hev de bi kar tîne û bi çalakiyên afirîner derbên giran li dagirkeran dixin. Hêzên me li hemberî şertên giran bi îradeyeke mezin û li ser xeta fedaî diçin ser dagirkeran û derbên giran li artêşa mêtinger dixin. Di çalakiyên hêzên me de 13 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, derb li helîkopterekê hate xistin, çeperek û cîhazeke guhdarîkirina deng jî hate îmhakirin.

Li Herêma Avaşînê

Di 26’ê Nîsanê de hêzên me yên YJA Starê komek dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin bin kontrola xwe û saet di 18.40’an de bi çekên giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa tirk a dagirker êvarî qad bomberdûman kir û bi alîkariya helîkopterên êrişê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxist.

Di 27’ê nîsanê de hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê şopandin. Hêzên me saet di 17.30’an de ji du milan li dagirkeran dan. Milê yekemîn ji nêz ve li dagirkeran da û dagirkerek hate cezakirin. Milê duyemîn ê çalakiyê jî çû ser dagirkeran û 3 dagirker ceza kirin. Hêzên me cîhazeke guhdarîkirina deng bi sensor jî îmha kirin. Di vê çalakiya tîmên me yên gerok ên YJA Starê de 4 dagirkerên li dora çeperên şer hatine cezakirin, çeperek û cîhazeke guhdarîkirina deng a bi sensor jî hate îmhakirin.

Di 27’ê nîsanê de saet di 19.15’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dan. Di vê çalakiyê de bi awayekî serkeftî li hedefan hate xistin.

Di 27’ê nîsanê de saet di 22.45’an de artêşa tirk a dagirker dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bi helîkopterên êrişê bomberdûman kir û xwest bi helîkopterên Skorsky leşkeran deyne qadê. Hêzên me derb li helîkopterekê dan û helîkopter bêyî ku leşkeran deyne qadê, ji qadê dûr ket.

Li Herêma Zapê

Di 26’ê nîsanê saet di navbera 23.00-00.00’an de helîkopterên êrîşê yên ku xwestine herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahro bombebaran bikin, bûne hedefa hêzên me û bi çekên giran hatine derbkirin. Di encama mudaxeleya hêzên me de helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê derkevin.

Di 27’ê nîsanê saet 17:40’an de, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahroyê bûne hedefa hêzên me û bi taktîkeke sûîqestê lê hatiye xistin. Di encama van çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 27’ê nîsanê di dahnê nîvro de li derdora çeperên şer ên Şehîd Harûn ên li herêma Berxwedana Serdemê ya Kurojahroyê ji aliyê hêzên me ve êrîşek hatiye lidarxistin û dagirkerek birîndar bû.

Di 27’ê nîsanê saet 18:30’an helîkopterên êrîşê xwestin herêma Berxwedana Serdemê ya Werxelê bomberdûman bikin, bûne hedefa hêzên me. Di encama mudaxeleya bi bandor a hêzên me de, helîkopterên êrîşê yên dagirkeran neçar man ji qadê derkevin.

Hêzên me 27’ê nîsanê bi şev mudaxele li helîkopterên xwestin li Girê Rûbar dakevin kirin. Di encama lêdanên bi bandor de helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin, piştre jî qada Şehîd Kendal a Girê bombebaran kirin. Di heman demê de 27 caran bi obus û balafirên şer ji qereqolên li ser xeta sînorê Girê Cûdî hate bombekirin.

Li Herêma Xakurkê

Di 27’ê nîsanê saet di 11.30’î de dagirkerên li Girê Şehîd Şahan û Girê Şehîd Axîn bi awayekî hemwext ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bûn hedef. Di van her du çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de hedefên ku hatine xistin bi awayekî rast hatin derbkirin.

Êrîş didome

Di 27’ê nîsanê saet di 19.30’î de quntarên Girê Zengil ê herêma Garê bi balafirên şer hat bomberdûman kirin.

Di 27’ê nîsanê saet di navbera 18.00-19.00’an de ji qereqolên li ser xeta sînor a Girê Hekkarî ya herêma Metîna bi obusan hatiye bombekirin.

Di 27’ê nîsanê de li Girê Amediyê, Çemço, Şehîd Şemdîn, Kurojahro, Saca, Şikefta Birîndara, Girê Şehîd Cûdî, Girê Ortê û Karker ên herêma Zapê, 23 caran bi obus û helîkopterên êrîşê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar