Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayên YJA-Starê ya li Heftanînê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahiyan parve kir:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzen me yên YJA Starê 5’ê tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne;
Hêzên me saet di 07:45’an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li navbera Tepê Dûpişkê û Tepê Şehîd Berîvan çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind bi giştî 9 leşkerên dijmin hatin cezakirin, 6 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên me saet di 14:30’î de li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li kozikeke dijmin hate xistin, kozik hate îmhakirin û 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin.
Artêşa TC a dagirker piştî van çalakiyan bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn ji herêmê birin.
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;
5’ê tebaxê saet di 21:30’î balafirên şer bombe li qadên Cîlo yê biçûk, Kurojaro û Çemço barandin.
6’ê tebaxê saet di 09:00 de balafirên şer bombe li qada Cîlo yê biçûk barandin.
Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.” BEHDÎNAN