Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Gerîlayên YJA Starê li Serhed û Metînayê li dagirkeran da

Gerîlayên YJA Starê li Serhed û Metînayê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hat zelalkirin, 11 dagirekrên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriya tirk daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên li eyaleta Serhedê wiha ne;

19’ê çileyê hêzên dagirker li devera Demîrkapi ya dikeve herêma Gilîdaxi ya Eyaleta Serhedê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Dema ku hêzên dagirker li deverê lêgerîna û xebatên venêrînê dikirin hêzên me bi çalakiyeke sabotajê li wan dane. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne. Ev operasyon 28’ê çileyê bê ku encamek bigire vekişiya ye.

9’ê mîsanê hêzên me yên dema li devera Gilîdax a Eyaleta Serhedê li ser erka xwe bûn, wêneyên wan ji aliyê mekîneyên wênegir ên li herêmê hatibûn bicihkirin ve hatine kişandin. 11’ê nîsanê hêzên me yên YJA Starê ketine kemînê, şer qewimî û di şerê qewimî de 2 dagirker hatin cezakirin. Di vî şerî de tu windahiyên hêzên me pêk nehatiye.

26’ê nîsanê li devera Hallac a girêdayî qada Gilîdax ya Eyaleta Serhedê yekîneyek dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û xistine kontrolê. Saet 16:30’î hêzên me ji 4 baskan ve bi kordîneyî li wan dane. Li vir bi awayekî zelal 5 dagirker hatine cezakirin, 3 jî birîndar bûne. Saet 00:00’an jî, dagirkeran devera çalakiyê bi helîkopterên şer bombe kiriye, kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorskyî ji qadê dûr kirine.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê jî wiha ne:

Hêzên me yên YJA Starê 16’ê gulanê saet 16:40’î li dijî leşkerên dagirerk ên li Girê Azad ê devera Koordîne ya Herêma Metînayê çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de çeperek ku dagirker lê kom bûbûn hatiye hedefkirin û li vir 2 dagireker hatine cezakirin, 3 jî birîndar bûne.

Dagirkeran piştî çalakiyê devera Koordîne, Deşîşê, bejahiya Gundê Serêro bi obusan bombe kirine.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan jî wiha ye:

16’ê gulanê saet 13:30’î dagirkeran xwestine li Dola Konferansê ya Herêma Avaşîn bicih bibin. Li vir li ser hev bi çalakiyên sekvanî û çalakiyên din li dagirekeran hatiye xistin. Saet 18:00’an jî dagirkerên xwestine bikevin çeperên şer jî hatine hedefkirin û lêdan. Li vir bi zelalî dagirkerek hatiye cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin qedemeyek xwe vekişandin.

Êrîşên helîkopter û balafirên şer ên artêşa tirk ên li ser Herêmên Parastinê ya Medyayê jî bênavber didomin.

16’ê gulanê saet 01:00-01:30’ê balafirên Skorskyî Girê Şehîd Serxwebûn ê Herêma Zapê leşker danîne.

16’ê gulanê saet 21:00’an heta 01:20’ê tevgerekî zêde ya balafiran li Mamreşo, Mervanos, Şûkê û devera Şehîd Dilgeş a Herêma Avaşîn pêk hatiye.

17’ê gulanê sate 12:00 û 12:15’an devera Meyrokê û derdora Gundê Sêdarê yên Herêma Garê du carî ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

Di van bomberdûmanan de tu windahiyên me pêk nehatine.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar