Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyanî da û ev agahî parve kir:
“25’ê cotmehê saet 08:00’an hêzên me yên YJA Starê li herêma Xakurkê li Girê Şehîd Şahan bi çekên giran li dagirkerkeran dan.
Di encama vê çalakiyê de ku di çarçoweya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan dema azadiya jinan e û parastina civakê ye’ de ya ku KJK’ê daye destpêkirin, mewziyeke dagirkeran hatiye rûxandin.
Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;
26’ê cotmehê saet di navbera 13:00-15:00’an de artêşa TC’ê ya dagirker 2 caran bi teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kiriye.
25’ê cotmehê saet 02:30’an li herêma Zapê qada Çemço û 26’ê cotmehê saet 16:25’an li herêma Zapê qada Kûnîşka bi balafirên şer hatiye bombekirin.
26’ê cotmehê saet di navbera 20:00-20:30’an de li herêma Metînayê li ser xeta Qaşûra tevgera helîkoptêrê çêbûye. Her wiha eraziya Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.
26’ê cotmehê saet di navbera 21:20’an û 23:00’an de li herêma Avaşînê li qada Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran çêbûye.” BEHDÎNAN