Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Gerîlayên YJA Starê: Şehîd Bêrîtan xeta me ya azadiyê ye

Gerîlayên YJA Starê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û ev tişt anîn ziman: " Em ê xiyanetê tu carî qebûl nekin. Bêrîtan xeta me ya azadiyê ye. Em; artêşa jinê li ser şopa wê dimeşin û têkoşîna xwe dewam dikin."

Gerîlayên YJA Starê Arîn Cûdî, Arjîn Destan Bakur û Zîn Baran ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anîn ku beriya 31 salan şehîd bû. Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku piştî gava dîrokî ya Bêrîtan a li dijî xiyanetê, artêşbûna jinê hate avakirin.

Yek ji gerîlayên li tunelên berxwedanê şer dike Arîn Cûdî got, “Hevala Bêrîtan xeta xiyanetê qebûl nekir û li dijî dagirkeriyê sekneke bi rûmet nîşan da. Hevrê Bêrîtan li dijî nokerên Kurd heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştre ji bo teslîm nebe xwe ji zinar avêt. Vê çalakiyê bandoreke mezin kir û bû bingeh ji avabûna artêşa jinê re. Em jî îro li tunelên şer li ser xeta hevala Bêrîtan têdikoşin. Hevala Bêrîtan û hevrêyên me yên şehîd rêya azadiyê nîşanî me dan. Em ê heta dawiyê li ser mîrateya berxwedanê ya fermandarên me Bêrîtan, Delal Amed, Leyla Sorxwîn û Axîn Gabar têkoşîna xwe dewam bikin.

Hevalên jin di tunelan de şer dikin

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Destan Bakur bi bîranîna şehîd Bêrîtan dest bi axaftinê kir û wiha got: “Artêşa me ku îro ji jinan re bûye hêvî, diyariya hevala Bêrîtan a ji bo me ye. Niha gelek hevalên jin li tunelên şer, di çeperên şer de li ser şopa Bêrîtan dimeşin û li ber xwe didin. Îro hemû mîna Bêrîtan in. Şehîd Bêrîtan li hemberî xiyanetê xwe ji zinar avêt, îro bi hezaran jin li dijî xiyanetê têdikoşin.”

‘Em ê xiyanetê tu carî qebûl nekin’

Gerîlaya YJA Starê Zîn Baran ku li dijî dijmin di çepera berxwedanê de ye, têkildarî gerîlaya pêşeng a PKK’ê şehîd Bêrîtan wiha axivî: “Bi îradeya ku Bêrîtanan afirandin em îro li dijî dijmin şer dikin û li ber xwe didin. Eger dijmin li gel êrîşên xwe nikare bi ser bikeve ev yek bi saya mîrateya berxwedanê ya Bêrîtanan e. Îro jî dijmin banga teslîmbûnê dike, lê belê çawa ku hevala Bêrîtan bi şikandina çeka xwe bersiv da, em jî bi heman rengî bersivê didin. Em ê xiyanetê tu carî qebûl nekin. Bila dijmin zanibe ku em ê heta dawiyê mîna şehîd Bêrîtan li ber xwe bidin. Em ê ji bo xaka Kurdistanê xwe feda bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar