Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
15’ê îlonê saet di 08:40’î de li nevçaya Şemzînanê ya Colemêrgê, wesayîteke artêşa tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Şkeftan derket û ber bi gundê Katûna ve diçû, bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me yên YJA Starê. Di çalakiyê de wesayît hate îmhakirin, 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopteran ji qadê bir.
Ev çalakiya serkeftî ya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin, ji bo tolhildana 6 hevrêyên me pêk hat ku li Girê Sor di êrîşa nemerdane ya dewleta tirk a dagirker de bi çekên kîmyewî hatibûn şehîdxistin.
Li herêma Avaşînê, li qada berxwedanê ya Werxelê;
15’ê îlonê saset di 20:40’î de artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.
15’ê îlonê saet di navbera 21:40-21:45 de li herêma Zapê qadên Kûnîşka û Karker bi balafirên şer hatin bombekirin.
15’ê îlonê saet di navbera 22:30-00:30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman geriyan. Heman demê qadên Girê Şehîd Întîkam, Girê Qartal û Stûnê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
15’ê îlonê saet di navbera 12:50-17:30’î û 16’ê îlonê saet di 08:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Dêşîşê, Kêste, Hirorê û Serarî û qada Qela Qûmriyê bi obus û hawanan hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmana dewleta tirk a dagirker xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me bû.” BEHDÎNAN