Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Gerîlayên Pêngava Cenga Xabûrê: Serketin ya me ye

Gerîlayên li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastina Medyayê di Pêngava Cenga Xabûrê de cih digirin, anî ziman ku bi rêbaza gerîlayên nûjen derbên giran li dagirkeran dixin û serketin dê ya wan be

Berxwedana gerîlayên Tevgera Azadiya ya li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta tirk a li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosan û Pêngava Cenga Xabûrê de dewam dike.

Ji gerîlayên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr Rojevîn Rotînda beriya ku bikeve eniya şer ji ajansa ANF’ê re axivî û bal kişand ser amadekariyên hêzên gerîla ya li dijî dagirkeriyê.

Gerîla Rotînda qala bexwedana li herêmê tê kirin, kir û ev tişt anî ziman: “Li qada me pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê hatiye despêkirin. Jixwe ev zêdetirî saleke li seranserî qadên Heftanîn û Metînayê şerekî giran heye. Niha jî ev pêngav di serî de bi saya berxwedana hevrêyên me li girên Zendûra, Derarê û Kordînê geş bûye. Ev ceng bi taybet ji bo tolhildana hevrêyên me yên şehîd ku di çarçoveya pêngava şoreşgerî de şehîd bûne hatiye destpêkirin û wê ji bo êrîşên dagirkeriyê bersivekî pir mezin be. Dewleta dagirker li Garê şikest vê carê êrîşên xwe anî ser Metînayê. Em weke hêzên HPG û YJA Star ê dê dijminê xwe li vir tune bikin û darbên giran li wan bixin. Armanca me jî ew e ku em ê dewleta dagirker li Metînayê bişkînin û êrîşên wan vala derbixin.”

Şêwazê gerîlayê nûjen

Gerîla Azad Tîrêj jî ku beşdarî Cenga Xabûrê bûye destnîşan kir ku wê bi şêwazê gerîlayê nûjen dagirkeran têk bibin û serkeftinê bi dest bixin û wiha got: “Ev çend roj in artêşa dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi ser herema Metînayê pêk tîne. Gelek caran hewl da ku leşkerên xwe dayne qadê lê rastî bersivê hevrêyên me û berxwedaniya wan hat.

Amadekariyên me yên çalakiyên sabotajê hatibûn kirin. Gava dijmin ketin herêmê bi çalakiyên sabotajê me wan dan û encamên erênî hatin girtin. Ev mijar di nav hêzên dagirker de tirsekî mezin avakiriye. Leşkerên dagirker ji bo ku li dijî gerîla nekevin şer bi zanebûn xwe birîndar dikin. Em gerîla di tarzê xwe yên nûjen de her roj xwe kûr dikin û bi vî tarzî darbên giran li dagirkeran dixin. Ev ji bo me serkeftineke. Ji ber wê em ê bi saya vî tarzî darbên tund li dagirkeran bixin û em ê bikin tarzê serkeftinê. Ji tevahî hevrêyan re serkeftinê dixwazim. Serkeftin ya me ye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar