Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Germahiya global herî zêde bandorê li xezalên ren û Samiyan dike

Li Skandînavya û Sîbîryayê, germahiya global û guhertina avhewayê herî zêde zerarê dide xezalên ren û Samiyan ku wan xwedî dikin.

Germahiya global û guhertina avhewayê bû sedem ku li Girava Svalbard a Norwêcê 200 xezalên ren bimirin.

Pisporên Enstîtuya Cemseran a Norwêcê 40 sal in şert û mercên jiyanê yên xezalên ren ên li wê giravê dişopînin. Di nava vê salê de dîtin ku 200 xezalên ren ji ber birçîbûnê mirine.

Li gorî pisporan sedema mirina gelek xezalên ren germahiya global û guhertina avhewayê ye.

Li Girava Svalbardê di mehên zivistanê de baran nabare. Lê belê sala derbasbûyî meha Kanûnê li giravê baraneke dijwar bariya. Ji ber ku av bû qeşa, gihayên ku xezalên ren xwe pê xwedî dikin jî di bin qeşayê de man.

Ji pisporên Enstîtuya Cemserê ya Norwêcê Ashild Onvik Pedersen ji radyoya Norwêcê NRK re axivî û ragihand ku xezalên ren ji ber birçîbûnê mirine.

Pisporan beriya niha li Nîvgirava Jamal a li Sîbîryayê tespît kiribûn, ku di nava 10 salên dawî de ji ber qeşayê derdora 80 hezar xezalên ren ji birçîbûnê mirine.

Pisporê Xezalên Ren ê Enstîtuya Lêkolînên Xwezayê ya Norwêcê Torkild Tvegeraa diyar kir ku xezalên ren ji bo eko sîstem a Ewropa, Asya û Bakurê Emerîkayê girîng e û got, xezalên ren gihayên bi zerer dixwin û bi kêmbûna hejmara wan re wê cûreyê van gihayan zêde bibe.

Gelê Samî ku li Skandînavyayê bi sedan sal in xezalên ren xwedî dike zerareke mezin ji germahiya global û guhertina avhewayê dibîne.

Carl-Johan Utsi ku 14 sal in li Jokkmokk a li Laponya ya li bakurê Swêdê xezalên ren xwedî dike anî ziman, ji ber ku zivistanên 10-15 salên dawî ne normal bûn wan zehmetî dîtin ku giha ji bo xwedîkirinê ji xezalên ren re peyda bikin. STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar