Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

German: Divê kampanyayên ji bo Ocalan û PKK’ê werin mezinkirin

Yek ji damezrînera ‘Kaolîsyona Şer Rawestîne’ Lindsey German ku piştgirî dide azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Qedexekirî’ diyar kir ku  çalakî û kampanyayên tên meşandin bandorên erênî didin

Yek ji damezrînera Koalîsyona Şer Rawestîne (Stop the War Calition) û dijbera şer Lindsey German ku ji nêz ve bi doza gelê kurd dişopîne, tev li bernameya ‘Avrupa Gundemî’ ya televîzyona Medya Haber bû û pirsên rojnamevan Erem Kansoy ên derbarê sedema tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya welatên Ewropayê ya li beramber pêkanînên Tirkiyeyê bersivand.

German diyar kir di zîndakirina Rêber Ocalan de israrkirin nayê qebûl kirin û wiha axivî: “Tecrîda demdirêje li ser Ocalan tê meşandin, bi tu awayî nayê qebûlkirin û nîqaşa vêya jî nabe. Em weke dewletên Rojavayî dibêjin, xwediyê îdeolojiyekin ku mafê mirovan diparêzin, lê di vê mijarê de em gelek hilbijartî (cîhêkar) nêz dibin! Dema Ocalan û bi giştî jî gelê kurd dibin mijara gotinê, xemgînim lê Brîtanya û welatên din ên Rojavayî pêkanînên Tirkiyeyê pesend dikin. Ez pir zelal û eşkere dibêjim, divê Ocalan êdî girtî nemîne û neyê tecrîd kirin. Ev tecrîd ne tenê di warê mafên sivîl de, wê tendûristiya wî jî neyînî bandor bike. Şertên ku Ocalan di navê de tên girtin, nayê qebûlkirin.”

‘Kurd ji bo axa xwe şer dikin’

Lindsey German da zanîn ku kurd bûne qûrbanên siyaseta navneteweyî û wiha pê de çû: “Sedema PKK’ê xistina lîsteya ‘Rêxistinên qedexekirî’ û bi israr di lîsteyê de hiştin, her wiha tecrîda li ser Ocalan, bi temamî siyasî ye. Ji Hîndîstanê heya Îrlandayê li her derê cîhanê mirov mafên xwe yên netewî diparêzin, lê vêya terorîze dikin. Weke qurbanên siyasetên navneteweyî û peywendiyên navneteweyî kurd zêdeyî sed sale ji bo axa xwe şer dikin.”

Damezrînera Koalîsyona Şer Rawestîne Lindsey German da zanîn ku li dijî tohmetên terorîzekirina PKK’ê, Ocalan kariye parastineke baş bike û wiha axavî: “Di rastiyê de Ocalan li dijî tohmetên terorîzekirinê karî xwe bi pir baş biparêze. Sedemên berdewamkirina pirsgirêka kurd baş dizane û têkoşîna li hember vêya jî dewam dike. Weke nimûne Ocalan dikarî li Amsterdamê axaftin bike, lê li Tirkiyeyê hat zîndanîkirin û bi salaye tê tecrîdkirin.”

‘Ewropa pêkanînên li dijî Ocalan ji nedîtî ve tê’

German diyar kir ku her çend welatên Rojava û bi taybet jî Ewropa îdiea dikin ku mafê mirovan diparêzin jî, pêkanînên li dijî Ocalan û gelê kurd ji nedîtî ve tên û têkildarî mijarê ev tespît kir: “Bi vê komployê xwestin fikrên Ocalan û PKK’ê negihijin girseyeke mezin. Ewropa xwe weke pêkhateyeke lîberal a mafê mirovan pênase dike, lê em dibînin li beramber vê rewşê û gelek rewşên din ên dirûv mafê mirovan ji nedîtî ve tên. Eger hûn behsa mafê mirovan dikin, wê demê divê hûn ji bo Ocalan dengê xwe bilind bikin û bêjin, divê Ocalan serbest were berdan. Divê hûn bêjin, 23’ê sale girtiye, nabe hûn ji vêya şûn ve digirtîgehê de bigirin. Yekîtiya Ewropa û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di vê mijarê de tiştek nakin. Sedema vê jî peywendiyên wan ên li ser esasê berjewendiyane.”

‘Divê kampanya û xebatên mezintir bikin’

Lindsey German ji kurdan û dostên wan xwest kampanyayên ji bo azadiya Rêber Ocalan û PKK’ê berdewam bikin û wiha bang kir: “Erka me ya sereke ewe ku em zext û binpêkirinên mafê mirovan ên li ser gelê kurd bixin rojevê. Bi dehan saziyên lêkolînkirina binpêkirinan li Ewropayê hene, lê nakevin tevgerê. Ev jî hinekî girêdayî me dimîne. Divê em kampanya û xebatên xwe mezintir bikin, ji bo ev sazî bikevin tevgerê jî zext zêde bikin. Weke koalîsyona Şer Rawestîne me karîbû vê ya serbixin û timî li cem gelê kurd û rêxistinên kurd bin.”

German dest nîşan kir ku siyaseta navneteweyî rê nade saziyên eleqederê mijarê wezîfeyên xwe pêkbînin û wiha axivî: “Daxuyanî û rexneyên CPT gelek lawaz û kêm in. Dema van mijaran lêkolîn dikin, dibînin ku siyasetên navneteweyî asteng in. Yên naxwazin Tirkiye bikeve Yekitiya Ewropa pêkanînên Tirkiyeyê bi awayeke eşkere dibêjin, lê yên alîgirin Tirkiye tev li YE bibe tawanên Tirkiyeyê ji nedîtîve tên. Lewma ev mijar pêwîste ji qada berjewendiyên siyasî bên derxistin û çareseriyeke  siyasî jêre were dîtin.”

‘Divê ji bo Ocalan çi ji destê me bê were kirin’

Lindsey German herî dawî got, divê ji bo azadiya Rêber Ocalan ji destê kê/kî çi were bike û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelê kurd di gelek qadan de bi salaye bi awayeke wêrek şer dike. Mafê gelê kurd e Rêveberiyên xwe yên Xweser çêbikin, xwe rêvebibin, bi zimanê xwe biaxivin. Eger gelê kurd têkoşîn nekiriba û xebatên kurdên li Brîtanyayê neba, wê tu agahiyek derbarê kurdan de neba. Bi dîtina min divê em xwe li ser serbestberdana Ocalan kilît bikin. Ji ber ew di nava Tevgera Kurd de yê herî zêde tê zanîn, nasnameya herî girîng a siyasî temsîl dike. Divê destûr ji zîndanîkirina Ocalan re neyê dayîn. Ez dibêjim, em kampanyayê xwe dewam bikin, rêxistinkirinên xwe dewam bikin, ji bo serbest berdana Ocalan çi ji destê me were em bikin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar