Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Germiyaniyan li dijî dagirkeriyê banga yekitiyê li gelê kurd kir

Welatiyên Germiyan diyar kirin ku armanca dewleta tirk tunekirina kurdan e û divê li dijî vê hewldanê jî kurd bibin yek. Welatiyan da zanîn ku divê êdî rewşa parçebûyî ya kurdan ji holê rabe û kurd li dijî dagirkeriyê bi yekdestî şer bikin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojava û başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Welatiyên herêma Germiyanê jî têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivîn û bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Şêrzad Xurşîd anî ziman ku ji ber ku ew kurd in dewleta tirk êrîşî gelê kurd dike û wiha dom kir: “Dewleta tirk dijminatiya kurdan dike û wan naxwaz e. Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku demografyaya herêmê biguherîne û gelê kurd bêvîn bihêle. Serkeftina şervanên azadiyê, bi zora dewleta tirk a dagirker diçe. Ji ber vê yekê jî bi hemû hêza xwe hewl dide wan têk bibe. Xewna hemû desthilatên tirk, tunekirina kurdan e. Li dijî vê konseptê jî ez bang li gelê kurd dikim ku yekitiya xwe ava bikin.”

‘Dewleta tirk hewl dide hemû kurdan tune bike’

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Soran Ehmed jî bi lêv kir ku armanca dewleta tirk ne tenê dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê ye û ev nirxandin kir: “Dewleta tirk hewl dide temamiya kurdan tune bike. Dewleta tirk li hêlekê başûr û li hêla din jî rojavayê Kurdistanê dagir dike. Dixwaze temamiya Kurdistanê dagir bike. Beşeke ji hêzên siyasî yên Başûr jî ji ber berjwendiyên xwe, xwe weke dostên tirkan dibînin. Lê divê neyê jibîrkirin ku ji tirkan dost nabe. Ew ji kurdan hez nakin.”

‘Divê rewşa parçebûyî bi dawî bibe’

Herî dawî jî Ehmed ev tişt anî ziman: “Ji bo têkbirina van êrîşan hewcehî bi yekitiya neteweyî ya gelê kurd heye. Ez bang li hemû kurdan dikim ku yekitiya xwe ava bikin. Divê êdî ev rewşa parçebûyî bi dawî bibe û kurd li dijî dagirkeriyê bisekinin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar