Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Geşbûna agirê vejînê: Pêngava 15’ê Tebaxê

Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê 2 salan, li bakurê Kurdistanê yekemîn serhildan bi pêşengtiya Şêx Seîd di sala 1925’an de, li dijî sîstema kemalîst destpê dike. Lê vê serhildanê 3 mehan berdan kir. Di Hezîrana heman salê de bi girtin û darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî re bi dawî bû.

Piştî vê di sala 1927’an de hejmarek serokeşîrên kurd li herêma Serhedê li dijî dewleta tirk dest bi şoreşê kirin. Di encamê de Komara Agirî damezirandin. Di sala 1930’an bi serokatiya Îhsan Nurî Paşa de li dijî dewleta tirk şerê çekdarî destpê kir. Lê ji ber ku planek hevbeş a Tirkiye û Îranê di payîza 1930’an de ev serhildan bi dawî bû.

Li bakurê Kurdistanê yek ji serhildanên gelê kurd şoreşa Seîd Riza ya li Dêrsimê bû ku di sala 1937’an de pêk hat. Lê ew jî ji aliyê dewleta tirk ve di heman salê de hate bi dawî kirin û Seîd Riza jî hate darvekirin.

Li bakurê Kurdistanê dewleta tirk a dagirker piştî çewisandina van her sê şoreşan û hinek tevgerên din ên biçûk ên kurdan mirina gelê kurd ragihand. Her wiha li Çiyayê Araratê gora kurdan çêkir, li ser çîmento kir û li ser nivîsî ku dê careke din serî hil nede, nivîsand.

Piştî wê li bakurê Kurdistanê gotina kurd û axaftina bi kurdî hate qedexekirin û heta xeyalkirina Kurdistanê jî hat qedexekirin. Dewleta tirk ji bo kurd çend pênaseyên din destnîşan kir. Vê rewşê zêdetirî 40 salan berdewam kir. Heta ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de PKK’ê yekem guleya destpêkirina xebata çekdarî teqand ku ev roj weke roja vejîna gelê kurd hate binavkirin.

Piştî 27 serhildanên kurdan ên hatin çewisandin, dîktatoriya faşîzma tirk gihîşt lûtkeyê. Lewma di nava 40 salan li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tu serhildan û şoreş pêk nehatin. Heta sala 1968’an û salên pişt wê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di nava ciwanan û xwendekaran de nifşek nû yê şoreşgeran derket.

Li gorî agahiyên di pirtûka ‘Dîrokek ji Agir’ bi pêşengiya ciwanên çepgir li Tirkiyeyê ciwanên weke Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya tevgera şoreşgerî pêş ket. Lê di encama darbeya sala 1971’an de şoreşger hatin çewisandin û beşek ji pêşengên şoreşger hatin qetilkirin û hatin darvekirin. Hinek jî hatin girtin. Wê demê komek ji ciwanên kurd li zanîngehên Enqereyê û Stenbolê dixwendin û di nava lêgerînên şoreşgerî de bûn. Bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev kom pêş dikeve. Rêber Gelê Kurd diyar dikir ku wê demê tev li semînerên Mahîr Çayan dibû.

Piştre di sala 1973’yan de Rêberê Gelê Kurd li gel hevalên xwe yên zanîngehê diçe derveyî bajêr û civînekê lidar dixin. Di vê civînê de soz didin hev û biryara têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistanê didin.

Piştre di bin banê vê biryarê de û ji bo pêkanîna soza dane, li tevahiya bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê dest bi xebatên rêxistinî dikin. Di nava civakê de xwe didin naskirin. Her wiha di 27’ê Mijdara sala 1978’an de li gundê Fîsê ya girêdayî Licê ya Amedê PKK’ê ava dikin. Di encama guftûgoyan de biryara têkoşînê didin.

Piştî îlankirina PKK’ê di nava gel de propaganda û serhildan destpê dike. Li beramberî xiyanet û zextên dewletê çalakî pêk dihatin. Di wan salan de şoreşgerî di astek bilind de bû. Di beramber de dewleta tirk jî ji bo komkujiyên nû amadekarî dikir. Di vê çarçoveyê de hejmarek zêde kadro û pêşengên PKK’ê hatin girtin û hinek şehîd bûn. Ji bo bersiva darbeyê were dayîn Rêberê Gelê Kurd biryar da ku hêzên xwe vekişîne derveyî welat. Di sala 1979’an de derbasî Lûbnanê bûn.

Piştre li wir wargeh avakirin û dest bi perwerdeyê hate kirin. Di sala 1980’an de careke din dewleta oirk darbeya leşkerî kir. Di wê demê de PKK’ê jî perwerdeya xwe berfireh kir. Konferans û kongreya xwe di sala 1982’yan de pêk anî. Biryar da ku li dijî dagirkerî û faşîzmê dest bi şerê çekdarî bike.

Di çarçoveya vê biryarê de di meha Hezîrana 1984’an de li devera Lolan a ser bi Biradostê civînek hate lidarxistin. Plana destpêkirina xebata çekdarî hate danîn. Her wiha biryar hate dayîn ku xebatên sivîl û leşkerî ji hev werin cudakirin. Ji bo vê yekînên leşkerî ji bo destpêkirina şerê çekdarî hatin avakirin. Hêzên leşkerî bi navê ‘Hêza Rizgariya Kurdistanê’ (HRK) de hatin rêxistinkirin. Piştî ku hemû amadekariyên vê hêza leşkerî temam bû biryara çalakiyên mezin û bi bandor hate dayîn.

Fermandar Egîd fermandarê çalakiya li Dihê bû. Ev 4 sal bûn li qada sînorê başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê karê amadekirinê dikir. Li Botanê milis amade dikir.

Dema ku Fermandar Egîd plana çalakiyê didane hevokek a Lenîn bi bîr tîne û dibêje; “Ji berî ku qumaş bibirîn, herî kêm heft caran bipirsîn” şeklê dawî dide planê çalakiyê. Li ser parçeyek xake berfireh û textekê nexşeya çalakiyê çêdike. Piştî ku qala armanca çalakiyê û girîngiya wê û hedefa çalakiyê dike balê dikişîne li ser şêwazê çalakiyê.

Heval Egîd di bîranînek xwe de, li ser rojekî berî çalakiyê wiha dinivîse: “Êvara 14’ê Tebaxê yekîneyên gerîla kom bûn. Coş û xoroşa wan di astek bilind de bû. Me pîvan xwendin. Dema êrîşkirina li ser Dihê hate ragihandin. Piştre her di her wê civînê de, me soza dilsoziyê xwend. Yên ku di wê civînê de amadebûn ev tên bîra min, Erdal, Bedran, Şiyar, Mûsa, Hacî, Ferman, Selîm, Elî, Resûl, Bijî û Kerîm bûn. Bi giştî 30 gerîla bûn.”

Hevaleke din di bîranîna xwe wiha dinivîse: “Dema veqetandinê hatibû. Gerîla hevdu hembêz kirîn û ji cihê xwe veqetiyan. Ji bo rêketina gerîla rojek rûmetê bû. Nêzî 11 saetan meşiyan. Sibehê gerîla gihîşt cihê berê hatibû destnîşankirin. Çeper girtin. Xwestin xewa xwe bişkînin. Lê reşeba û bahoze rê nedida xew bikeve çavê me. Ji aliyê din ve coş û xoroşê, kelecanê xew direvand. Bi derketina rojê re Heval Egîd got ‘Ev der armanca me ye ku Eruh e. Nêzî 3 kîlometreyan ji me dûr e.’ Hemû heval hewl didan li rêya dûr ve temaşeyî herêmê bikin. Dem diborî. Di nava coşê de heval li benda êvarê bûn.”

Di bin fermandariya Heval Egîd de li her dera navçeyê çalakî pêk hatin û navçe dikeve di bin serweriya gerîla de. Hevalên wê demê wiha qala wan kêliyan dike: “Piştî ku hevalan dest danî li ser avahiya fermandariya cedirmeyan, ew leşkerên ku dîl hatin girtin li avahiyê de hatin komkirin. Ji aliyê heval Egîd ve armancên HRK’ê hate ragihandin. Di nava leşkeran de hinek hebûn bextewer bûn. Di gotin we em jî rizgar kirîn. Me nedixwest leşkeriyê bikin. Hinekan jî dixwestin tev li nava refên me bibin.”

Li bindahiya mizgeftan peyama HRK’ê hate xwendin. Gerîlayê ku peyam dixwend, xwe nedigir li bere merşên şoreşgerî digot. Embara çekan a dijmin ketibû destê gerîla de. Wan bi xwe çek dianîn ji derve.

Piştî ku çayxaneyên navçeyê belavokên şoreşgerî hatin parvekirin, hemû koma gerîla li gorî plana hatî dayîn li cihekê gihîştin hev. Tu gerîla şehîd nebûn. Leşkerek hate kuştin û 6 jî birîndar bibûn.

Çek û cebilxaneya ku ketî destê gerîla de, li gorî karîn rakirin li gel xwe birîn, yên ku nekarîn bibin agir pê xistin. Her wiha peykerê Ataturk jî şikandin. Piştî şewitandina hinek bank, postexane, saziyên hikûmetê gerîla navçe kontrol kirin û piştî çend saetan vekişiyan.

Di heman rojê de û heman demê de li Şemzînan jî çalakî hate kirin û ev duyemîn serkeftina gerîla bû. Koma duyemîn ji bo demekê Şemzînan kontrol kir.”

Ji wê saet û rojê ve PKK’ê piştî 28 serhildanên gelê kurd ên hatin çewisandin, weke partiyek siyasî û civakî, rêxistinî û leşkerî li her çar parçeyên Kurdistanê pêş ket. Di dawiya salên 1980’an û destpêka salên 90’an gel bi serhildanan piştgirî da pêngava dîrokî ya gerîla. Gel û gerîla li her cihî bûn yek.

Ji wê demê ve bi tevlibûna hêzên navneteweyî û herêmî li dijî PKK’ê û Tevgera Azadîxwaza gelê kurd komplo didomin. Heta roja îro jî dewleta tirk a dagirker bi hevkariya cerdevanên navxweyî û hêzên navneteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş dibe li ser destkeftiyên gelê kurd. Li beramber van êrîşan jî gerîla û gel bi ruhê 15’ê Tebaxê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Çavkanî: Rojnews – Botan Germiyanî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar