Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Geverî tecrîdê şermezar kirin

Li navçeya Geverê tecrîda li ser Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demeke dirêj e agahî jê nayê girtin hat şermezarkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede jî di nav de gelek kes li navenda navçeyê li hev kom bûn û xwestin derbarê tecrîdê de daxuyanî bidin. Polîsan girseyê dorpêç kir û xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Lê rexmî vê rewşê jî girseyê bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.

Saît Dede destnîşan kir ku Ocalan dengê aştiyê ye û wiha got: “Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir û pê re hiqûqa welat tune bû. Desthilatê bi xwe dema pêvajoya çareseriyê bi Ocalan re hevdîtin kir. Dema van hevdîtinan pozê kesekê jî xwîn nebû, şer, xizan tunebû û diyalog û muzekere hebûn. Lê ev kêrî desthilatê nehat. Lewre armancê tenê desthilata wê bû. Tecrîd tenê li ser Ocalan nayê pêkanîn. Tecrîd nêzikbûna li hemberî gelan radixe ber çavan. Heke hûn dixwazin li Tirkiyeyê pêşiya aştiyê vebikin divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Heta ku ev tecrîd rabe em ê jî têbikoşin. Bedila wê çi dibe bila bibe ji bo ku aştî bê vî welatî divê tecrîd bê şikandin. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe û bajar bi bajar tecrîdê vebêjin. Teşhîrkirina polîtîkayê tecrîdê ya vê hikûmetê divê peywira herkesî be.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar