Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gijgijiya navbera DYA û Çînê mezintir dibe!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg, zihniyeta xwe ya şerxwaziyê zêdetir dike û vê carê li ser rêya çûna Washingtonê, dîsa gefên tûj li Çînê xwar.

Li pey pîrozbahiya salvegera 75’an a NATO’yê li Brukselê, Stoltenberg  ji bo amadekariya civîna liderên NATO ya 9-11’ê tîrmehê diçe DYA’yê.

Her wiha li dijî hewldanên aştiyê jî, gotin û helwestên tûj pêşkêş dike, weke mînak dijberiya xwe ya li hember hewldanê Papa yên ji bo aştiya şerê Ukrayna-Rûsyayê, gihandiye asta ku henekê xwe pê dike û dibêje; “Li Ukraynayê ne dema gotina ala spî(aştiyê) ye, dema xurtkirina alîkariya leşkerî (şer e) ye” û hwd.

Her wiha ji bo piraniya dewletên cîhanê li dijî Rûsyayê helwestekê nîşan bidin û Rûsya gunehbar bikin, di 15.6.2024’an de li Swisreyê Konferansa Aştiyê hat lidarxistin.

Lê ev konferansa ewqas mezin ku li dor 100 dewletan, nûnerên xwe şandibûyê, weke dihat xwestin serkeftî nebû.

Ji ber ku dewletên yekser peywendîdarên vî şerê giran Rûsya, Çîn, Îran û hwd. beşdar nebûn û her wiha gelek dewletên mezin mîna Hindistan,  Erebistana Siûdî û Afrîqaya Başûr ên beşdar bûbûn 16 dewletan jî peyman û peyama hevbeş a Konferansê wajo/îmze nekirin!

Li gel ku Stoltenberg, ketiye nava hewldanên ji bo şerê cîhanê yê 3’yan gurtir bike, lê belê rêjeya dewletên ku ne alîgirên şer in zêdetir dibe.

Niha jî bi giranî pêşengiya vê xebatê Çîn dikişîne.

Weke mînak di 15.6.2024’an de li Pekînê, Forma Hevkariya Çîn û Dewletên Ereban, Konferansa 10’an a wezîran pêkanîn.

Ev forma ji Çînê û 22 dewletên endamên Yekitiya Ereban pêk tê, di 2004’an de hatibû avakirin, radeya bazirganiya wan niha gihîştiye 400 milyar dolar û Çînê, bi tenê di sala 2023’yan de 260 milyon ton petrol hawirde kiriye ji welatên ereban û hwd.

Van dewletên ereban, peymanên vê formê, di çarçoveya Projeya Rê û Nifş a Çînê de tê jimartin û li ser vê bingehê hatin wajokirin.

Di civîna bilind a vê formê de Şi Cinping, daxuyaniyek giring û balkêş da; ji bo çareserkirinên pirsgrêkên Rojhilata Navîn-pirsgrêka Filistîn jî di nav de, banga Konferansa Aştiyê ya bi beşdariyek pir berfireh kir.

Trafika diplomasiyê bi hemû germahiya xwe dewam dike.

Pûtîn, li pey gera Çînê berê xwe da Koreya Bakur û li vir gelek hevpeymanên stratejîk jî wajo kirin.

Biden, berî hefteyekê li Fransayê bû! Ji bo desteka Ewrupayê, ji Ukraynayê re zêdetir bike dixibite.

Hakan Fîdan, çû bi Pûtin û Lavrov re rûnişt, li ser êrîşkirina Rojava ya hevbeş axivîne û beşdarî civîna wezîrên dereve yên BRICS’ê jî bû ye.

Recep Erdogan, diçe Astanayê û paşê diçe civîna NATO’yê ya Washingtonê.

Bêguman di nava ewqas trafikê de Kurdistan jê ne bêrî ye.

Ji alîkî ve Îran ji aliyê din ve DYA’yê, li ser Kurdistanê di nava hewldanên girîng de ne.

Nûnerê navenda ilmî û bazirganiya Îranê İhsan Şeyxûnî dibêje; “Em ê peywendiyên xwe yên bazirganî û siyasî li Herêma Kurdistanê (Başûr) bi hêztir bikin, di heman demê de em ê vê xebatê heta Sûriyeyê û Urdinê jî bibin” û hwd!

Biden, li dijî giraniya bandora Îranê, Serbalyozê xwe yê Bexdayê diguherine.

Berendamê Serbalyozê DYA’yê Jacobson gotinên balkêş dike, dibêje; “Xetereya herî mezin li Iraqê Îran e, em vê dibînin, piştî vegera deh salan a arteşa me ya Iraqê, êdî DEMA DESPÊKIRINA ROLEK NÛ HATIYE, lewma em ê desteka xwe ya bi peşmergeyan û hêzên ewlekariya Iraqê re zêdetir bikin” û hwd!

NATOFermandarê CENTCOM’ê yê berê Frank McKenzie, dostaniya xwe ya bi Kurdan re diyar kiriye û gotiye; “Em him alikariya Başûr dikin û him mafê Kurdên Rojava heye ku bibin xwedî Rêveberiyek Xweser” û hwd.

Weke pir caran tê gotin, dîsa diyar dibe ku ne Rûsya, ne Amerîka û ne jî ti dewletên hegemon ên cîhanê, nikarin Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistanê paşçav bikin.

Wisa xuya dibe ku gumana mezinbûna şerê cîhanî zêde ye û her divê gelê Kurdistanê jî amadekeriyên xwe xurtir bike, li gel xeteran derfet zêdetirin, bi tinê hişyarî û hostayî divê!

Nûçeyên Têkildar