Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Giliyê polîsên ku ew xesp kirin kir

Di 20’ê îlonê de li otogara Edîrneyê polîsan Ozan Okur (18) ê ji Colemêrgê derb kiribû, telefona wî, pere û bilêta wî ya otobêsê xesp kiribûn. Okur giliyê polîsan kir

Ozan Okur ê 18 salî, di 20’ê îlonê de ji bo biçe cem malbata xwe ya li Edeneyê, çû Otogara Edîrneyê. Lê li otogarê polîsan ew derb kir, telefon, pere û bilêta wî ya otobêsê jê stendin. Ji ber derba polîsan çeneya Okur kûr ji du cihan şikiya û emeliyat bû. Li ser vê Okur serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê jî giliyê polîsan kir.

Okur diyar kir ku ew çûye Otogara Edîrneyê, bilêt kiriye û li benda otobêsê sekiniye, lê belê di wê kêliyê de wî û hin rêwiyan sohbet kiriye û ji wan re gotiye ji Colemêrgê ye. Okur anî ziman ku piştî demekê polîsekî sivîl hatiye cem wî û jê re gotiye, ‘Hevalekî me yê polîs jî ji Colemêrgê ye. Hîn ji otobêsa te re pir maye. Ev der sar e, were hundir em çayekê vexwin û sohbet bikin.’

Pere, telefon û bileta wî xesp kirin

Okur da zanîn ku ew polîs wî biriye noqteya polîsan û wiha got: “Gava ketim hundir ew polîs ji polîsê din re got ‘min ji te re kurdek anî’ û kulmek li paş stuyê min xist. Polîsê din jî ji min re got, ‘çi karê te li vir heye’ û çêr kirin. Min hilgirt û kulmek li çena min xist. Xwîn ji devê min û pozê min hat. Paşê, ser min sehî kirin, li bêrîkên min nêrîn. Çi hebûn derxistin. 500 lîreyê di bêrîka min û bilêta min ji min stendin. Pantorê min jî heta çokê daxistin û sehî kirin. Li telefona min nêrîn. Gava wêneyên ‘diya min, jinbira min û xwişka min dîtin, gotin ‘ev xweşik e, bi kêr tê.’ Keniyan û henekê xwe kirin. Di vê kêliyê de ber bi derî ve çûm û min xwest birevim. Di wê kêliyê de min bang kir, ‘wê min bikujin.’ Lê belê polîsekî bi paş montê min girt û kişand. Gava dîtin texsîvanên li wir tên, polîsekî ji bo neyên derket çû cem texsîvana.”

Gefan lê xwarine

Di axaftina xwe de Okur diyar kir ku paşê polîsan xwîna li erdê û kincên wî pê dane paqijkirin û paşê du polîsên bi kincên fermî ketin hundir. Okur da zanîn ku polîsên bi kincên fermî jî gotine ‘Çi kiriye?’, polîsên din jî gotine ‘kurd e, hatiye vir çavê wî lê ye van deran jî tevlihev bike’ û polîsan jê re gotiye ‘here ji vir, ger carekî din werî em ê bera serê te bidin’ û çêr kirine. Okur anî ziman ku li ser vê ew derketiye çûye, lê kêliyek şûnde ji bo telefon, pere û bilêta xwe dîsa çûye cem wan, lê polîsan jê re gotiye ‘Tu hîn li vir î, here ji vir.’

Okur anî ziman ku bi telefona texsîvanekî li malbata xwe geriyaye, pere ji malbatê xwestiye û çûye Edeneyê û ji ber çena wî şikiyaye emeliyat bûye.

Her wiha Okur giliyê polîsan kiriye û dixwaze bên darizandin. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar