Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Girava Îmraliyê yek ji navendên şer ên Rojhilata Navîn e’

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tişta îro CPT dike bi aşkereyî alîgiriya xwe ya dijminahiya li dijî gelê kurd e û wiha got: “Hêzên navdewletî xwestin bi komployê şerekî daîmî li Rojhilata Navîn û taybetî di navbera kurd û tirkan de derxe. Lê bo hewldanên Ocalan ev xwestek vala hat derxistên lê komplogeran vê carê tecrîda girankirî xistin dewrê.”

Li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de komploya navneteweyî ket dewrê û di ser komployê de 25 sal debas bû. Bi komploya ku Abdullah Ocalan wek ‘operasyona herî mezin a NATO’yê’ bi nav dikir, di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmê Tirkiyeyê hat kirin û 25 sal in Abdullah Ocalan li Îmraliyê di tecrîda giran de tê girtin.

Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş der barê salvegera komployê de pirsên me bersivand.

*Di ser komploya 9’ê cotmeha 1998’an de 25 sal derbas bû. Armanca vê komployê çibû, encamên çawa derxist holê. Abdullah Ocalan di 98’an de agirbesta yekalî îlan kir û ev komplo pêk hat. Hûn vê çawa dinirxînin?

Bandora komployê hîna îro jî didome. Em hemû vê rewşê dijîn. Em her roj tiştekî nû yê komployê fêr dibin. Kî tevli bûye, armanc çibû. Gelek armancên wê hebûn. Armanca esas neçareseriya pirsgirêka kurd bû. Xwestin pêşî li çareseriya pirsgirêka kurd bigirin. Nexwestin gelê kurd bibin xwedî gotin. Di dîzaynkirina Rojhilat Navîn de nexwestin gelê kurd bibin xwedî gotin.

Wê demê 28’ê Sibatê hat jiyîn. Wê demê Necmetîn Erban serokwezîr û Tansu Çîler wezîra karê derve bû. Di lijneya ewlehiya netewî de der barê îrtîcayê de biryar girtin. Ev biryarên 28’ê sibatê biryarên derbasî dîroka Tirkiyeyê bûn. Em pêvajoya 28’ê sibatê dikarin pêvajoyeke di alî siyasî, îdarî û hiqûqî de guherîn hatin jiyîn binirxînin. Hinek wek darbeya postmodern jî binav dikin. Wê demê pevçûnek mezin a hêzê dihat jiyîn. Hikûmeta Erbakan ket û herî dawî Bulent Ecevît hat xistin. AKP 22 sal in li desthildariyê ye. AKP piştî wan hat. Ev jî divê bê dîtin di encama hevkariyekê de derket holê. Di atmosferek wisa de bi destê NATO’yê qerta kurd hat vekirin. Divê komploya 9’ê Cotmehê û hemû siyaseta hundir a Tirkiyeyê bi hev re bê xwendin.

* Agirbestên 93,95,98’an çima bê encam man. Hêzên navneteweyî agirbest û lêgerînên çareseriyê tune kirin? Têkiliya komployê bi geşedanên îro yên li Sûriye, Iraq û herêmê hene?

Di 93-94’an de agirbest hat îlankirin. 98’an de Abdullah Ocalan bi telefonê tevli MED TV’yê bû û dîsa yek alî agirbest îlan kir. Wê demê baskê leşkerî jî agirbest dixwest. Lê ev daxwazên wan nehatin cih. Em li dijî vê têdikoşin. Li Tirkiyeyê mudaxakeyek xurt heye. Ji bo PKK, tevgera kurd û kurdan qels bikin her tim bi hev re tevgeriyan. Îro jî wisa berdewam dikin. Mixabin dema armanc dibe çareserî bang û têkoşîna demokratîk cihê xwe nabîne. Konsepta îmhayê didomînin. Pevçûneke didome heye.

*Ez hîn aşkera bipirsim, birêz Ocalan ji Sûriyeyê derneketiba, wê îro tabloyek çawa li Rojhilata Navîn hebûya?

Nêzî 50 welat tevli komployê bûne. Tişta balkêş jî ev welat bi hev re di pevçûnan de ne. Yanî ev ne welatên ku lihev dike ne. Lê dema mijar dibe kurd di mijara kurd li hev dikin. Çima biryara komployek wisa hat girtin? Rola esas çi bû? Nêzîkatiya modernîta kapîtalîst a li hember kurdan e.  Xwestin bi komplo û neçareseriyê vê çareser bikin. Geşedanên îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava tên jiyîn armancên komploya 9’ê Cotmehê nîşanî me dide. Geşedanên li Başûr û Ewropayê jî balkêş in û ev komplo hîna tê meşandin. Ji agirbesta ewil heta îro hemû hewldanên aştiyê ji aliyê dewleta tirk ve bê encam hatin hiştin. Bersiv nedan agirbestan, konsepta şer domandin û çareserî pêk neanîn. Sedema vê jî daxwaza meşandina şer bû.

*Li gorî we  hêzên navneteweyî yên di vê komployê de cih girtin, îro di pozisyona wan de guherînek heye yan na?

Bi komployê xwestin şer bikin yek rêbazek. Armanc ev bû. Bi komploya 9’ê Cotmehê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û piştî vê tiştên hatin jiyîn. Gotin ji bilî şer rê û rêbazek din tune ye. Lê tişta hêvî dikirin pêk nehat. Em îro bi aşkera dikarin bêjin ku komplo bi ser neket. Ji ber komplo vala hat derxistin îro hîna tê domandin.

*Di 98’an de Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin, di 2012’an de DAIŞ li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bicih kirin. Dixwazin herêmek çawa biafirînin?

Li Rojhilata Navîn du xet hene. Yek xeta azadiya gel a din jî xeta serdestiya xwe dispêre desthilatdariyê. Ev her du xet her tim di pevçûn û şer de ne. DAIŞ berdewamiya xeta duyemîn bû. Li dijî vê xeta yekem jî xeta azadiyê ye û li dijî vê têkoşînek mezin da, li berxwe da û bi ser ket. Cihan wisa bû û wê pêşeroj jî wisa be. DAIŞ’ê winda kir û her tim jî wê winda bike.

*Kurd di daxwaza aştiyê de israr dikin. Birêz Ocalan ji bo aştiyê hewl dide. Ji 2015’an heta niha di bin tecrîda giran de ye. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?

Girava Îmraliyê yek ji navendên şer ên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku li wir îradeyeke mezin a çareseriyê ku bandor li gelek welatan dike heye. Daxwazake aştiyê heye. Birêz Ocalan dibêje ‘ez pirsgirêkan di hefteyekê de çareser dikim’. Lê hîna jî tecrîda li ser didome. Em vê realîteyê baş dizanin, her ku ew Îmraliyê bêdeng bikin, her ku şer giran bikin wê kaos jî zêde bibe.

 *Hûn helwesta CPT’yê, bêdengiya Konseya Ewropa û hêzên navneteweyî ya li dijî vê çawa dinirxînin?

Ez wek hiqûqnas û wek parlamenterekê helwesta CPT’yê fêm nakim. Lê ev tablo alîgirbûna xwe nîşan dide. Dibe alîgirê sûc û vê bi aşkera dike. Ev nikare bê qebûlkirin û tiştekî bi xof e. Kar û barê van saziyan ne ev e. Divê CPT demildest serlêdanan bi awayekî objektif binirxîne û li gorî hiqûqê tevbigere. Divê CPT li dijî îşkenceya li Îmraliyê helwestek zelaltir nîşan bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar