Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girêyek avêtina kefiye jiyana bi dehan kesî xilas dike

Her çend guhertin û veguhertinên çandî di her civakên cîhanê de çêbûne jî, hin kevneşopiyên ku vedigerin bi sedên salan, xwe parastine. Eşîrên Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kevneşopiyên girêdana kefiyê ya ji bo pêkanîna daxwazan, didomînin.

Eşîr û qebîleyên Ereb ku beşek girîng ji gelê Ereb temsîl dikin, li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî di nav axa Sûriyê de dimînin, kevneşopî û çanda xwe diparêzin.

Eşîr û qebîleyên Ereb adet û kevneşopiyên xwe yên ku ji kal û pîran girtine bi sedsalan e diparêzin. Yek ji wan adetên ku hîn jî zindî ne û baş têne parastin “Girêdana kefiyê” ye.

Ev adet wek têgehekê ji bo daxwaza parastinê ji xeteriyekê yan jî kerastrekê ku rastî kesekî tê û nikare çareser bike, hat. Ji ber wê xwe dispêre kesekî din da ku xema wî birevîne û pê re di keraseta di serî wî de hatiye bisekine.

Ev adet dema kesek ji şêx yan jî rûspiyê êlê tiştekî bixweze pêk tê û wê şêwazî “Girêdana kefiyê” pêk tîne da ku daxwaza wî were cih. Ev girêk mîna sozdayînê ji kesê ku daxwaza wî kesî bîne cih tê hesibandin.

Şêxê eşîra Fedan Fewaz El-Xebîn derbarê vê adetê de dibêje: “Girêdana kefiyê mîna sozdayîna parastina mirovan e. Ji adetên Ereb ew e ku dema kesekî bi hewcedarî wan be kesên hewcedarî wan vala venagerînin. Her wiha lêborîn û lihevanîna ferdên civakê jî adetên Ereban e.  Ereb kesên ku parastin ji wan dixwazin, şert û merc çawa bin wan diparêzin heta çareseriyekê ji doza wan re dabînin.”

Şêx Fewaz ê ji Qebîlaya Enez wiha didomîne: “Beriya pirsgirêka mirov çareser nebe çi dibe bila bibe ti  kes nikare girêkê veke. Dibe ku pirsgirêk girêdayî rijandina xwînê, mal, milk û destdirêjiya li ser erd be.”

Şêx Fewaz El-Xebîn ê 89 salî bûyereke ku pêre çêbûye parve dike: “Deh malbat hatin gel min, bi vê rêbazê min karîbû pêwîstiyên wan peyda bikin. Girêdayê vê yekê gelek bûyerên din bi min re derbas bûne.”

Derbarê şêwaza girêdana kefiyê de, mirovê xwediyê pirsgirêkê diçe gel şêx an jî rûspî û jê re dibêje: “Dexîlê xweda û we bim şêx”. Şêx wiha bersiv dide: “Bêje” û kefiyê girêdide, bi vê yekê hemû daxwazên wî kesî tên bersivandin.

Şêx an rûspî ji girêkê berpirsyar e, dema ku nikaribe çareser bike, hemû eşîre li hev kom dibin û hesab jê dixwazin, destmal û kefiya wî davêjin eredê. Şêx wê yekê wekî ji lêdana seyf bi hêztir wesif dikin.

Heta niha hin qebîle û eşîrên Ereb adeta girêdana kefiyê û nevexwarina qewhê heta daxwaz bi cih neyê pêk tînin.

Tê payîn ku Fedan ji eşîrên herî mezin ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, eslê wê ji qebîleya Enze ya Siûdî ye, piraniya wan niha Eyn Îsa, Silûk û Reqayê bi cih dibin.ROJAVA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar