Hilbijartin, hustûnek stûr a demokrasiyê yê. Her wiha nîşandana biryardarî û ragihandina xurtbûna îradeya takekesiyê ye. Di encamê de, bi piraniya dengan îradeya civakê tê xuyakirin û her wiha ev dibe îradeya rêveberiya civakê.
Di rêvberiya pergala dewletan de, her çendî hilbijartina parlamenteran xwedî rola herî bilind be jî, belê hilbijartina xwecih an jî bi navekî din a herêmî, ji bo pergala rêveberina bi demokrasiyê ya dewletan an jî welatan, xwedî naverok û rola herî bi nirxtir û hêjatir e.
Ji ber ku wateya demokrasiyê, rêveberiya gel a ku ew xwe bi rêxistin bike û xwe bi xwe bi rêve bibe. Ew bi xwe, bi awayekî adil û hevseng rêveberiya xwe hilbijêre. Ev jî dibe Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Niha ya li Rojava-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê meşandin, bi kurtî û cewherî ev pergal e.
Her wiha bi bingehîn, pergala rêveberiya demokratîk, ji jêr ve ber bi jor tê damezrandin. Îradeya gel a rast û durist bi vê şêwazê derdikeve holê.
Tirsa desthilatiya faşîst a R.Erdogan-Bahçeli, ji afirandina viyanek wisa bi hêz û ji avakirina pergalek wisa demokratîk a gel bi xwe ye.
Êdî dibînin, bi giranî civak bi dek û dolabên wan, bi derew û sextekariyên wan hesiyaye û dibînin ku gumanên xurt heye ew desthilatiya wan hildiweşe.
Lewma ji bo ku temenê pergala xwe ya faşîst dirêj bikin, di roja hilbijartinên de, çi hiner û çi hêza wan a dewletê hebe dê bidin xebitandin da ku neşikên. Ji ber ewqas tirsa wan mezin e, R. Erdogan li hember hêza dijber a gelan û baweriyan, li gel hemû kes û komên xwînxwar û qirker bûn yekenî. Mînak, di serî de li gel MHP, BBP û paşê li gel Agar, Çîller, Gureş, Peker û hemû kes û komikên faşîst û Ergenekon û mafyayan bûn yek.
Îca divê di hilbijartinan de, tu kes vê mijarê biçûk û sivik nebîne û xwe xemsar nekin. Bi taybetî jî di eniya dijber a li hemberî vê eniya faşîst û qirker a AKP-MHP’ê de, rola herî girîng û kilît ketiye ser milê HDP’ê.
Em bala xwe bidinê êrîşa wan hemû li ser HDP’ê ye; hem yekser hem dorziver. Pir aşkera diyar e ku dema êrîşê dibin ser partî û kesên din ên dijberî xwe jî, dîsa li ser HDP’ê re êrîşê dibe ser wan; wek mînakên ‘hûn li filan cihî, li filan zemanî li gel HDP’iyan rûniştin, we filan gotinên xweş ji hev re gotin û hwd.’
Ji bo ku bi taybetî layengerên HDP’ê ji hilbijartinan sar bikin, vê gotinê jî pir bi kar tînin; Em nahêlin hûn werin bijartin, ger hûn werin hilbijartin jî em ê, dîsa qeyûman deynin şûna we û hwd!
Ger kesên ku di bin bandora van gotinan de mabin hebe jî, divê bi lez xwe ji vê bandorê dûr bixin. Ma va ye ne li ber çava ne? Di Newrozê de, gelê me îrada xwe ya bêtirs a bi curet û bi coş neda diyarkirin? Ez bawer dikim, eniya qirkeran a Receb û Devlet, her ku vê îradeya xurt a gelê me yê welatparêz û evîndarê azadî û aştiyê dibînin, qudûmên wan dişikê û diqutifin.
Em bînin bîra xwe dema ji bo Kobanê digot ‘vaye ket vaye dikeve’, gelo em ê êdî nikaribîn ji Receb re bêjin ‘vaye li ber ketinê ye û di roja 31 adarê de dikeve?’
Dîsa em ji bîr nekin ku me, ew di 7’ê Hezîranê de şikand û xist. Helbet ev faşîzm jixweber hilnaweşe, divê em bi şev û roj, bê rawestan û bê xemsarî bixebitin em ê karibin bi hêsanî pergala wan xera bikin û birûxînin.
Em dengê xwe, rûmeta xwe, emanetê şehîdên xwe zanibin û bi vê baweriyê biavêjin sindoqan, ez bawer dikim, em ê bi ragihandina vînek wisa bi hêz, karibin zemineke xurt ji bo azadkirina Rêberê xwe ava bikin. Her wiha em ê bi vê xebatê piştgiriyek hêja jî bidin çalakvanên xwe yê birçîbûnê!
Bila 31’ê Adarê bibe serkeftina gelên me û bibe binketina faşîzma Receb û Bahçelî!