Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Girîngiya pêngava ‘Serok mêvanê mala we ye’

Tevgera azadiya jinên êzidî TAJÊ’yê di çarçoveya pêngava ‘ Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ di despêka meha gulanê de pêngava ‘Serok mêvanê mala we ye’ dan destpêkirin.

Di vê kampaniyê de wêneyên Rêber Apo tevî kurte jiyana wî diyarî malbatên Şengalê kirin. Di vir de dixwazim balê bikşînim ser giringiya pêngavê û bandora wê li ser xelkê Şengalê.  Wek tê zanîn em pêşwazî 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dikin. Heta niha bi hezaran xelkê êzidî li koçberiyê jiyan dikin. Xelkê Şengalê ji dema fermana heye roja me ye îro di bin tecrîdek giran a psîkolojîk  deye. Ji bo êzidî ji nasnameya xweya çandî, civakî û bawerî dûrbikevin di nava 10 salên koçberiyê de gelek hewldan hatine kirin. PDK’a ku qetilkirina bi hezaran êzidiyan û revandina jin û zarokan berpirsiyare,  bi vê yekê tenê sînordar nemîne.

Bi rêya dezgehên xwe yên navê dezgehên xêrxwazî liser wan kiriye ev dezgeh kirine ekîbên şerê taybet mal bi mal di bin navê alîkariya mirovî de, derbasî nava çadirên koçberên êzidî kirin û xwestin wan  bi şerê taybet ji rastiya wan dûr bikin. Êzidiyên ku hîna dengê dirûşmên DAIŞ’ê di guhê wan debûn, vê carê bûn hedefa şerê taybet yê PDK’ê.

Di nava kampê de civak ji bîr û baweriya wan, nirxên wan yê çandî û civakî dûrikirin û berê keç û xortên êzidiyan dane karên herî xirab.

Bi şerê xwe rêliber vegera êzidiyan girtin û bûn sedem ku di nava deh sala de sed hezar Êzidî ji ser malên xwe koçber bibe û berê xwe bidin dervey welat. Êzidiyên derfetên wan yên derketina derve welat nebin jî di nava kampê de vegera wan a ji bo Şengalê astengkirin.

Herî dawî bi zextên navneteweyî  hikûmeta Iraqê biriyar da ku heya dawiya meha hezîranê  hemû koçber vegerin ser axa xwe. Ev koçberên vedigerin jî heta niha di bin bandora şerê taybet ê PDK’ê de ne. Bi vegera van mala re  destpêkirina pêngava TAJÊ’yê ‘Serok mêhvanê mala we ye’ pir girîng û xwedî wate ye. Ev pêngav dikare bibe wesîleya vala derixstina şerê taybet ê PDK’ê ku ev deh sal in li ser êzidiyan dide meşandin.

Civaka êzidî ku ji bin destê PDK’ê azad dibe xwe li dora fikrê Rêber APO kom dikin û beşdarî nava xebatên rêvberiya xweser dibin. Endamên TAJÊ’yê ku di vê demê de seredan gelek malbata kirin, wêneyên Rêber Apo û kurtejiyana wî diyarî malbatên êzidî kirin, ev yek bû merheleyek nû ji bo Şengalê ji ber ku gelek malbat hebûn heta niha xwe ji rêveberiya xweser û fikrên Rêber Apo dûr dikirin. Taybet malbatên nû vegeriyana Şengalê bi saya pêngava TAJÊ’yê hê bi leztir berê xwe dan fikrên azadiyê yên Rêber Abdullah Ocalan.

Lê genê ev pêngav bi têra nake ji bo ku civakê ji ber êrîşa şerê taybet yê PDK’ê derxe, pêwîste Rêveberiya Xweser a Şengalê bi henû sazî û dezgehên xwe ve mal bi mal bigerin û li malbatên vedigerin Şengalê xwedî derkevin. Civaka êzidî ya ji ber zilma PDK’ê rizgar bûne pêwîstiya wan bi alîkariya manewî heye.

Nûçeyên Têkildar