Rêya M4 ku li xeta dîrokî yên rêyên Armûşê û Baharatê dirêj dibe, ji bo hemû hêzan rêyeke stratejîk e. Dewleta tirk jî dixwaze bi dagirkirina vê rêyê jî xeyalên xwe yên Mîsakî Mîlî pêk bîne.Ji ber vê yekê li ser vê rêyê di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar rû didin
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê di 9’ê cotmehê de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirinê da destpêkirin. Li gel peymanên di navbera DYA, Rûsya û dewleta tirk de jî êrîş hêj didomin. Ji 22’yê cotmehê ve bi taybet jî êrîş li ser rêya M4 a navneteweyî zêde bûne. Niha jî hema hema temamiya êrîşan li ser vê xetê tên kirin.
Ji dîrokê ve li Rojhilata Navîn 2 rêyên bazirganiyê her tim xwedî girîngiyên mezin bû. Ji van rêyan yek jê Rêya Armûşê û ya din jî Rêya Baharatê ye. Karwanên armûşê yên ji Çînê derdiketin rê, di ser Iraq û bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibûn. Rêya duyemîn jî karwanên ji Hindistanê derdiketin rê, di ser Iraq û Sûriyeyê re derbasî Deryaya Spî dibûn. Di roja me de jî ev her du rê veguherîne navenda Şerê Sêyemîn ê Cîhanê. Hemû hêz dixwazin van her du rêyên bazirganiyê bi dest bixin. Dewleta tirk ji destpêka şerê Sûriyeyê ve di got; ‘Em ê rê nedin ku korîdora kurdan bê avakirin.’ Ango di got ku dê kurdan ji vê herêmê derxînin. Sedema êrîşên îro yên li ser rêya M4’ê jî dî vê girîngiya wê ya dîrokî de veşartî ye.
M4 pira aboriyê ye
Rêya M4 a navneteweyî di sala 1950’an de hate avakirin. Di salên 1980’an de Sûriye, Iraq û Tirkiye bi peravên Deryaya Spî ve girê da. Bû pira aboriyê. Rêya M4’an ji sînorê Iraqê, Til Koçer-Yarubiya dest pê dike. Bi ser Qamişloyê re derbas dibe û ber bi Hesekê, Derazor û Til Temirê ve diçe. Ji Til Temirê jî derbasî Eyn Îsa, Minbic û Helebê dibe. Dîsa ji Helebê derbasî Idlib û Serakipê dibe. Bi rêya M5 ya navneteweyî re dibe yek.
Xetên ku şer lê dijwar bûye
Rêya M4 a di ser Serakipê re derbasî Laziqiye-Deryaya Spî dibe, di heman demê de bi Rêya M5 a ji Hemayê re derbasî Şam, Beyrûd û Ammanê dibe jî navendê ava dike. Ji sala 2015’an ve beşekê girîng a vê rêyê di bin kontrola şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye. Di navbera DYA-Rûsya û rejîma Sûriyeyê de bû xeta sînor. Bi mutabaqata 30 kîlometre ya di navbera dewleta tirk û Rûsyayê re, dewleta tirk bi rêya çeteyan dixwaze vê rêyê kontrol bike. Piştî mutabaqatê li ser Rêya M4’ê di navbera şervanên HSD’ê û çeteyên dewleta tirk de şerên giran diqewimin. Pevçûn li herêma Firatê bi taybet jî li ser xeta Girê Spî û Eyn Îsayê zêde bûne. Li Herêma Cizîrê jî li ser xeta Til Temirê zêde bûne.
Li ser xeta Eyn Îsayê jî komên çete yên weke DAIŞ û El Nusrayê êrîşên xwe yên li ser gundên Dibis, Şergirak, Erîşa û Hoşanê zêde kirine. Li ser xeta Til Temirê jî êrîş bi taybet jî li ser gundên Rihaniyê, Reşidiyê, Til Tewîl, Eziziyê, Qasimiye, Dirbo, Kinehir û Um El Kêfê zêde kirine.
Xeyala Erdogan û daxwaza çeteyên wî
Dewleta tirk dixwaze li ser Rêya M4’ê serweriya xwe peş bixe. Armanc dike ku Neo Osmanî jinûve zindî bike. Hikûmeta AKP’ê çeteyên DAIŞ, El Nusra, El Qaîde, OSO û hemû komên din ên çete yên li herêmê di bin navê ‘artêşa milî ya Sûriyeyê’ de kom kirine û êrîşî vê herêmê dike. Komên çete jî dixwazin bi dagirkirina vê rêyê re ber bi Helebê ve biçe. Dixwaze bi vê yekê xwe bigihîne xeta Reqa û Dêrazorê û li vir çeteyên nû birêxistin bike. Serokomarê dewleta tirk Erdogan ê ku bi xeyalên osmanî dijî, dixwaze Heleb, Mûsil û Kerkûkê dagir bike.