PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Girseya ku dixwest biçe Zînî Wertê hat astengkirin

Ji bo ku hêzên girêdayî PDK’ê yên li herêma Zînî Wertê bi cih bûn ji wir vekişin û pirsgirêka heyî bi rêyên diyalogê bê çareserkirin, komeke ji welatî, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlamenter û siyasetmedarên ji parêzgeha Silêmaniye, Helebçe, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê xwestin ber bi Zînî Wertê ve meşeke girseyî lidar bixin. Di vê çarçoveyê de jî dê girse saet di 13.00’ê an de li bajaroka Serkepkan a ser bi Ranya kom bûbûna.

Ji ber vê welatiyên ji Dukan, Qeladizê, Hacî Awa, Silêmaniye û Şarezûr di saetên sibehê de xwestin berbi Raperîn ve bikevin rê. Beşeke wan a zêde li ketina Ranyayê de ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin. Welatî dixwazin destûra çalakiyê bigirin lê hê jî bersivek nehatiye dayîn. Hewldana welatiyan berdewame.

Ger çalakî pêk neyê dê girseya Silêmaniyeyê li Taslûceyê kom bibe û hem astengiyê şermezar bikin û hem jî peyama ku diviyabû li Zînî Wertê bigihînin hêzên PDK, YNK û PKK’ê bixwînin.

Lê welatiyên herêma Raperîn û beşeke welatiyên ji bajarên din ku beriya niha xwe gihandibûn herêmê, dê berbi Zînî Wertê ve bimeşin. Ger ew jî bên astengkirin dê daxuyaniya çapemeniyê bidin. RANYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar