Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtî 200 roj in li ber xwe didin

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 200'î de ye

Çalakiya greva birçîbûnê yê bêdem û bidorveger ku girtiyên PKK û PAJK’î di 27’ê Mijdara 2020’î de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, 200 roj li pey xwe hiştin. Ji aliyê din ve çalakiya li Mexmûrê ket roj 179’an û ya li Lavrîoya Yewnenistanê jî ket roj 162’an. Roja ku girtî dest bi çalakiyê kirine û heta niha zextên li ser wan zêdetir bûye.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede têkildarî tecrîda li Îmraliyê û berxwedana li zindanan axivîn.

Ozturk: Divê em ji xwe bipirsin

Berdan Ozturk diyar kir ku greva birçîbûnê ya girtiyan nîşan daye ku ji saziyan heta partiyan û civakê her kes divê li xwe bipirse û wiha got: “Hiştina vê berpirsyariyê li ser hevalên me yên li girtîgehan, ji bo me hemûyan cihê rexnedayînê ye. Ne tenê ji bo mirovên vê siyasetê dimeşînin; 6 sal in rewşa li nava Tirkiyeyê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Sedema vê jî tê zanîn. Dema ku mirov îro bala xwe dide ser aborî û têkiliyên encama vê yekê, dibîne ku ev pirsgirêk bi tecrîdê, bi ferzkirina neçareseriyê dest pê kiriye.”

Ozturk destnîşan kir ku her kesên ku dixwazin li welatekî wekhev, azad û demokratîk bijî divê li ber tecrîdê rabe û ev tişt anî ziman: “Mirovên ku fikrên Abdullah Ocalan napejirînin jî divê li ber tecrîdê rabe. Ji ber ku rastiyeke bi vî rengî heye; Pirsgirêka kurd heye û di çareseriya vê de jî yekane aktorê siyasî Abdullah Ocalan e. Ji ber ku ev pirsgirêk nayê çareserkirin, desthilatdarî ji bo mayina li ser desthilatdariyê bi her şêweyî peymanên qirêj dikin. Ji ber ku dibin xwedî hincetekê.”

‘Pêwîstî bi çalakiyên encamgir heye’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk da zanîn ku gel, sazî û partî divê bi çalakiyên encamgir dawî li tecrîdê bînin û wiha domand: “Ne pêwîst e ku mirov li benda hilbijartinê bimîne. Faşîzm bi hilbijartinê naçe, li tu devera cîhanê mînaka vê nîne. Bêguman plansaziyeke me heye. Ne tenê me eleqedar dike, lê bêguman pirsgirêka me ya bingehîn e. Lê belê pirsgirêka kurd pirsgirêka bingehîn a tevahiya welêt e. Ewqas binpêkirina mafê mirovan, zilm û têkiliyên qirêj aşkera dibin. Ji aliyê demokratîk ve pêwîstî bi çalakiyên afirîner heye.”

Her wiha Ozturk diyar kir ku berxwedana Abdullah Ocalan ji bo wan wêrekiya pêwîst e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yekane tişta ku zext û zordariyê ji holê rake, wêrekî ye. Piştî ku ewqasî qirêjî aşkera bû, divê em hîn bêhtir wêrek bibin. Her ku me dengê xwe bilind kir, her ku dengê me bû yek wê derfet nemîne ku desthilatdariya faşîst hebûna xwe dewam bike.”

Çalakiyên li Ewropayê

Umît Dede jî destnîşan kir ku grevên birçîbûnê ji ber ku bi têrkerî neketiye rojevê, ew rexnedayîna xwe didin û wiha got: “Bêguman ji bo HDP’ê, ji bo rêxistinên civakî yên sivîl cihê rexnedayînê ye ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê nekariye bikin rojeva sereke ya raya giştî.”

Dede bal kişand ser helwesta kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan ên li dijî tecrîdê û anî ziman ku ew vê nerazîbûnê hêja dibînin û wê dema bê hîn bêhtir bi bandor bin.

‘Ji bo me cihê rexnedayînê ye’

Her wiha Umît Dede bi bîr xist ku tecrîd herî zêde bandorê li wan dike, lewma divê yê ku dengê xwe li dijî tecrîdê herî zêde bilind bike ew bi xwe ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Careke din dixwazim bêjim ku ji bo me HDP’ê cihê rexnedayînê ye ku hîn nebûye rojev û daxwazên girtiyan nehatiye qebûlkirin. Heta ku ji dest hat, weke Komîsyona Hiqûqê û HDP’ê me hewl dan. Bi taybetî ji hefteyên bê û pê ve ji bo bidawîkirina tecrîdê û bicihhatina daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, ji bo bala civakê biçe ser mijarê em ê çalakiyên xwe zêde bikin. Di vê mijarê de me biryar wergirtine, plansaziyeke şênber kirine. Em ê daxuyaniyan bidin, bimeşin, bi rêxistinên civakî yên sivîl û partiyan re bicivin.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar