Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtî Aktaş ku milên wî nînin di hucreya yekkesî de tê girtin

Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de Ergîn Aktaş tevî ku milên wî nînin jî, di hucreya yekkesî de tê girtin. Malbata Aktaş bertek nîşan dan û pirsa; ‘kesekê milên wî tune dê çawa bi tenêya serê xwe li xwe binihêre?’ kir. Malbatê da zanîn ku daxwazên zarokên wan daxwazên wan jî ne û xwestin tecrîd bi dawî bibe

Grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokatîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, didome. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî Ergîn Aktaş e.

Milên Ergîn Aktaş jî nînin û li Girtîgeha Tîpa R ya Menemen a Îzmîrê tê girtin. Aktaş ku nikare bi tenêya serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bîne, ji 26’ê adarê ve di hucreya yekkesî de tê girtin. Aktaş ji 2’yê adarê ve jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Hat zanîn ku bêhalî, kuxik û tansiyon li Aktaş peyda bûne û bêhna wî diçike û xwîn ji devê wî tê. Têkildarî rewşa Aktaş, dayika wî Fatma Aktaş û mamê wî Mahîr Aktaş axivîn.

Piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe

Dayika Fatma anî ziman ku kurê wê bi zorê şekir, xwê, ava fêkiyan û tiştê avî vedixwe. Dayika Fatma diyar kir ku cezayê qedexeya hevdîtina bi telefonê re li kurê wê hatiye birîn û wiha domand: “Ji ber vê yekê tu agahiya me jê nîne. Di qirika wî de tiştek naçe û nikare tiştekî bixwe. Em piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe û dixwazin ku daxwazên wan bên qebûlkirin. Em jî nedikarîn tiştekî bixwin û vexwin.”

‘Kesekê milên wî tune dê çawa li xwe binihêre?’

Mamê Aktaş, Mahîr Aktaş jî bi lêv kir ku birazayê wî xistine hucreyê û ev tişt destnîşan kir: “Rewşa wî nebaş e. Divê wezareta dadê û serokkomar çareseriyekî bibînin. Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin. Birazayê min dibêje ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomîne. Mirovekî ku milên wî tune ne, di hucreya yekkesî de tê girtin. Gelo dê ev kes çawa li xwe binihêre? Bila daxwazên girtiyan bi cih bînin û tecrîdê bi dawî bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar