Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Girtî Aslan: Ev çalakî ya we û berxwedêr jî zarokên we ne

Cuneyt Aslan ê girtî ku 83 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ji bilî berxwedanê tu rêyek wan tune û wiha got: “Çalakiya me bang li gelê kurd dike û dibêje ev çalakiya we û ev berxwedêr zarokên we ne.”

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 121 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî Guven dest bi çalakiya xwe kir, li girtîgehan jî berbelav bû û kom bi kom beşdarî greva birçîbûnê bûn. Ji 1’ê adarê şûn ve li hemû girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Yek ji van girtiyên ji roja ewil ve dest bi greva birçîbûnê kiriye Cuneyt Aslan e. Aslan, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê girtin. Aslan ê 83 roj in di greva birçîbûnê de ye bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Aslan da zanîn ku moral û motîvasyona wan li cih e û wiha got: “Niha pêvajoyek girîng heye. Berxwedanek mezin tê meşandin. Em destpêkê di şexsê pêşengên vê berxwedanê Leyla Guven, Nasir Yagiz de hemû hevalên di çalakiyê de ne silav dikin. Em hezkirinên xwe ji wan re dişînin. Çalakiya me bi ruhê 14’ê Tîrmehê didome. Gelê me vê çalakiyê wekî ruhê 14’ê Tîrmehê dibîne. Ev ji bo me rûmet e û em gelek dilşad in. Heya serkeftinê em ê bibin şopdarê heval Mazlûm, Kemal, Hayrî û Sarayan. Em ê bibin layiqî wan. Ji bo em bibin layîqî wan berpirsyariya me heye. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê bi ruhê wan hevalan li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Çalakiya me her roja ku çû mezin û belav bû. Îro pir xurt bi biryar û bi awayekî fedayane dimeşe. Çalakiya me bi îradeyek xurt didome. Em bi ruhê berxwedanê ketine meha adarê.”

‘Adar meha berxwedanê ye’

Aslan destnîşan kir ku meha adarê ji bo wan meha berxwedanê ye û wiha got: “Meha Adarê ji bo me Newroz e. Bi taybetî serê mehê bi hezaran hevalên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Berxwedan mezin kirin. Çalakiya me di kîjan rojê de ye ne girîng e. Her roj ji bo me berxwedan û çalakiye. Rewşa heval Leyla û Nasir li ber çavan e. Çalakiya heval Leyla 120 li pey xwe hişt. Divê baş bê zanîn ku piştî çalakiya me dinya ji vê tecrîdê agahdar bû. 20 sal in tecrîdek girankirî li ser Serokatiya me heye. Îro her kes vê tecrîda giran dizane. Vê tecrîdê di heman demê de gelê kurd jî dorpêç kiriye. Rûyê tecrîdê yê qirêj derketiye holê. Çalakiya me mohra xwe li dîrokê da. Çalakiya me ji niha ve gihîştiye serkeftinê. Dê bibe wesîleya serkeftina mezin. Em nikarin hêj bêjin me tecrîd şikandiye. Ancak bi hezaran kes vê yekê dibêjin; em ê tecrîdê bişkênin û faşîmzê hilweşînin.”

‘Berxwedêr zarokên we ne xwedî derkevin’

Aslan anî ziman ku çalakiya wan ji bo gelê kurd bangek e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ev çalakiya we ye û berxwedêr zarokên we ne. Bila kes ne li benda bêdengbûna me be. Em ê bêdeng nemînin, temaşe nekin û şerefa xwe di bin piya de nehêlin. Ji bo vê yekê jî em ê bi hêzdarî li ber xwe bidin. Me li ber xwe da, em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Pêwîste gelê kurd bi xurtahî xwedî li ê çalakiyê derkeve. Îro li qadan pêşeng hûn in. Bila baweriya her kesî pê bê. Îro tiştek herî biçûk bikin jî ji bo siberoja gel xwedî girîngiyek mezin e. Divê ciwan ji her demê bêtir li ber xwe bidin. Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin. Wek her dem em dibêjin, pasîfîzm binketin e, teslîmiyet îxanet e û berxwedan jî serkeftinê tîne. Bila gumana tu kesî tune be em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila kes nebe temaşevanê vê berxwedanê tişta ku bê kirin xwedî derketin e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar