Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komploya navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de dîsa bi destê hêzên navdewletî bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan 22 sal in bi tena serê xwe di Girava Îmraliyê de tê girtin. Ji bo azadiya Ocalan her sal çalakî tên lidarxistin. Zêdeyî 10 milyon kurd û welatiyên din gotin “Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye” û li Ocalan xwedî derketin. Dîsa bi milyonan kesan got “Birêz Ocalan” û tecrîda li dijî Ocalan şermezar kirin. Her sal ji bo azadiya Ocalan gelek çalakî tên lidarxistin. Her sal gelek kampanya tên meşandin. Li girtîgehan gelek caran çalakî hatin lidarxistin. Di 12’ê Îlona 2012’an de girtiyên PKK û PAJK’ê li hemû zindanan li dijî tecrîdê dest bi greva birçibûnê kirin û piştî berxwedana 68 rojan a li zindanan, malbata Ocalan çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî vê berxwedana zindanan di 3’ê Çileya 2013’an de heyet çû Îmraliyê. Di navbera salên 2013- 2015’an de heyet çûn Îmraliyê û “Pêvajoya çareseriya demokratîk” dest pê kir.
Dema heyet çûn Îmraliyê dîsa rayedarên dewletê destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin. Piştî 2015’an bi destê hikûmetê rêya Îmraliyê ji heyetê re jî hat girtin. Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kirin. Piştî darbeya 15’ê tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn û 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de li avahiya DBP’ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çû Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîda li ser Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li Hewlêrê endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyanê jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê. Piştî çalakî li her derê belav bû, di roja 200’î ya grevê de parêzer çûn Îmraliyê. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn. Piştî parêzer 5 caran çûn Îmraliyê dîsa rê li pêş parêzer û malbatê hat girtin. Niha ne malbat, ne parêzer û ne jî heyet nikarin biçin Îmraliyê. Ji ber ku tecrîdkirina Ocalan dîsa girantir bû û agahî ji Ocalan nayê girtin, girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Çalakiya girtîgehan di roja 73’an de berdewam dike. Têkildarî tecrîdê û armanca çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, parêzerê Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Çiçek nirxandin kir.
Tecrîd bi awayekî tunekirina fizîkî, ramanî, derûnî û ruhî ye
Cengîz Çîçek, ewil pênaseya tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîd ne tenê qedandina fîzîkî ye, di heman demê de qetandina ramanî, derûnî, ruhî ya ji cîhana derve ye. Em di cerebeyên cîhan û Tirkiyeyê de dibînin ku bêtir tecrîd li ser kes û hêzên muxalif tê pêşxistin. Ji ber vê yekê tenê kes nayê tecrîdkirin. Di heman demê de di şexsê muxatab de hemû kesên nûnertiya wan tê kirin jî tên tecrîdkirin. Çavkaniya tecrîdê polîtîkayên serdestan e.”
Tecrîd belav bûye
Çîçek bal kişand ser tecrîda li girtîgehan û welat û ev tişt anî ziman: “Bi tecrîdê dixwazin her kesî bi xwe ve girê bidin. Têxin bin kontrolê. Niha tecrîd li hemû welat belav bûye. Em dibînin ku her îktîdar nikare welat bi rêve bibe li aliyekî siyasetmedaran digire, li aliyê din wan diavêje hepsa malê. Derketina wan a derve qedexe dike. Kelepçeyê elektronîk li zend û piyê wan dixe û şertê ku her hefte îmze bide qereqolê li wan ferz dike. Bi vî şiklî tecrîd li hemû welat belav dibe. Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li her derê welat belav bûye.”
Armanca tecrîda li Îmraliyê
Di axftina xwe de parêzer Cengîz bal kişand ser armanca tecrîda li Îmraliyê û wiha domand: “Armanca tecrîdkirina Ocalan ew e ku êdî Ocalan nikaribe polîtîka bike. Armanc dikin ku Ocalan ji gel û rêxistinê dûr bikin. Tecrîdkirina Ocalan ne tenê tolhildan û cezakirina şexsekî ye. Eger tenê armanc cezakirina Ocalan bûya, dê parêzer û malbatan hevdîtin bikira. Lê armanca vê tecrîdê ew e ku Ocalan polîtîka neke û nikaribe têkiliyê bi rêxistina têkoşer re pêş bixe. Dixwaze wî û rêxistinê teslîm bigire. Dixwaze bi vê yekê têkoşînê belav bike û perçe bike.”
Çîçek li ser mînakên cîhanê yên tecrîdê jî rawestiya û ev mînak dan: “Di cîhanê de mirov dikare mînaka Nelson Mandela û rêberê Peru Abimael Guzman bide. Li Afrîkaya Başûr Rêberê rêxistina Tîrê Neteweyî Mandela, piranî li Girava Robben bi giştî 27 sal li girtîgehê derbas kir. Dîsa Rêberê rêxistina Rêya Ronî Guzman li gel 86 salî ye jî 29 sal in li barageha deryaya Callao ya paytext Lima tê girtin. Dîsa serokê Artêşa Sor a Almanya (RAF) Andreas Baader, Gudrun Ensslin û kadroya wî, dîsa serokê Artêşa Rizgariya Îrlandayê (IRA) Bobby Sands û hevrêyên wî di tecrîdê de ne.”
Tecrîd rejîma darbeyê ye
Çîçek li ser komploya navdewletî jî rawestiya û wiha pêde çû: “Heta tecrîda Îmrali û pergala îşkenceyê hebe, mirov nikare qala çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdan bike. Ji ber ku ev rejîma tecrîda mûtlaq, rejîma neçareseriyê ye. Rejîma darbeyê ye. Ji bo kurd mafê xwe yê azadî edalet û wekheviyê bi dest nexin, dewletên ku eleqeya wan bi komployê heye, dê destûrê bidin zextên Tirkiyeyê. Naxwazin Ocalan, dîroka kurdan û gelê Rojhilata Navîn biguherîne. Ocalan 22 sal in li Îmraliyê ye. Lê heta niha pergala navneteweyî nehat guhertin. Lê kurdan di aliyê rêxistinî û polîtîk de mezin kir. Di şexsê Ocalan de rejîma komploya navdewletî didome. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan dibêje ‘Ez dîlgirtiyê NATO’yê me. Erka Komara Tirkiyeyê jî gardiyanî ye.’ Ji ber ve yekê heta tecrîd hebe, pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê çareser nabe. Her îktîdara ku xizmeta neçareseriya pirsgirêka kurd bike, taşaronê hêzên navneteweyî ye.”
Fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn hatin qebûlkirin
Di berdewamê de Çîçek li ser fikr û felsefeya Ocalan jî rawestiya û wiha got: “Fikr û nêrîna Ocalan a modernîteya demokratîk ne tenê di nava kurdan de, her wiha di nava gelê Rojhilata Navîn de jî hat qebûlkirin û erêkirin. Ji bo gelê Rojhilata Navîn jî bû form û felsefeya jiyanê. Jixwe armanca tecrîdê jî ew e ku fikên Ocalan li Rojhilata Navîn belav nebe. Di armanca kompolya li dijî Ocalan de dijberiya xwişk û biratiya gelan hebû. Di armanca Ocalan de jî xwişk û biratiya gelan a li ser esasê vîna azad a çareseriya civakî û polîtîkayên aştiyê hebû. Nêrîna ku ‘bila meseleya kurd bi aştiya civakî bê çareserkirin, tê wateya derketin û rizgariya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn a ji bin desthilatdariya îktîdar û sermayedaran e. Ji ber Ocalan di vê xeta modernîteya demokratîk de israr dike, hêzên navdewletî jî di tecrîdê de israr dikin. Êdî fikra modernîteya demokratîk li hemû cîhanê ji aliyê gelên cîhanê ve tê qebûlkirin.”
Ocalan Îmraliyê kir navenda sazumankarî û avakirina berxwedana polîtîk
Her wiha çîçek li ser têkoşîn û berxwedana Ocalan a li Îmraliyê jî rawestiya û nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Ocalan Girava Îmraliyê kir navenda sazumankarî û avakirina berxwedana polîtîk. Di hedef û armanca tecrîdkirina Îmralî de jî ev berxwedana polîtîk û avakirinê heye. Bi tecrîdê dixwazin vê berxwedanê tune bikin. Bi vê tecrîdê dixwazin ji hemû hêzên kevneperest, paşverû û hevkarên wan re qedek vala vekin.
Di esasê xwe de têkoşîna li dijî tecrîdkirina Îmraliyê tê meşandin divê aydî me be. Ev têkoşîna me ye. Divê em ji kesên derveyî xwe re bernedin. Kesên di tecrîdê de israr dike, di şexsê Ocalan de di serî de gelê kurd û hemû kesên li polîtîkaya modernîteya demokratîk xwedî derdikevin dike hedef. Dixwazin vîna wan a azadiyê bişikîne. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê di esasê xwe de têkoşîna aydî me ye. Divê em vê têkoşînê mezin bikin. Ev têkoşîna me ye. Îmralî ne li dervê wext û cih e. Di nava wext û cih de ye. Rastî û şênber e. Armanca tecrîda mutlaq ew e ku rastiya Ocalan di hiş û mejiyan de şolî û tarî bike ye. Dixwazin wî li dervê têkoşîna azadiya civaki bibînin.
Kengî me hemû kedkar, gelan, bindest û hemû nasnameyên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin û li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê bibin yek û bi hevre têkoşîn xurt bikin, wê demê em ê karibin tecrîdkirina li ser Ocalan tê meşandin bişkînin.
Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin wekî rexnekirinekê ye. Ev çalakî hem li dijî tecrîdê ye, hem jî li dijî nebesî û kêmasiyên derve ne. Di vê pêvajoya ku îktîdara AKP-MHP’ê dixwaze hemû beşên civakê di kontrola xwe de bigire û tecrîd bike, greva birçîbûnê dest pê dike. Ji bo ku ji vê rêveçûnê û bêdengiyê re bêjin bes e. Rexneyek li dijî vê rêveçûnê ye. Ji ber vê yekê greva birçîbûnê ne tenê li dijî îktîdarê ye. Di heman demê de li dijî van lawaziyên hêzên derveyî girtîgehê ye. Wekî hamleya pêşengiya şoreşgerî ye. Yên girtî tenê nabêbêjin ‘Bêyî Ocalan nabe’ dibejin ‘Azadiya Ocalan a fîzîkî pêkan e. Em ji vê yekê bawer dikin’ Ew bawer dikin ku tiştê wekî ne pêkan tê dîtin dikare pêk bê. Ji vê yekê bawer dikin.” Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê \ Nacî Kaya – Stenbol