Îbrahîm Bogûrcû yê di 8’ê cotmehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin û pişt re hatibû girtin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Bogûrcu krîza dil derbas kiriye, pişt re birine nexweşxaneyê û dû re paş ve anîne girtîgehê.
Bogûrcû yê li girtîgehê careke din aciz bû duh dîsa birin nexweşxaneyê. Bogûrcû tevî hemû mudaxileyan jî nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bogûrcû duh ji aliyê malbata wî ve ji girtîgehê hat wergirtin û li goristana navenda navçeyê hat veşartin.