Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Girtî Bozkûrt her kêlî dibe ku bê kuştin!

Girtî Abdulkadîr Bozkûrt diyar kir ku midûrê girtîgehê, psîkolog û gardiyanan gefa kuştinê lê xwarine û û got her kêlî dibe ku bê kuştin. Malbatê banga hestyariyê li raya giştî kir.

Girtiyê bi navê Abdulkadîr Bozkûrt li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, di 15’ê tebaxê de li malbata xwe geriyaye û hişyarî dabû ku midûrê girtîgehê û psîkolog gefa kuştinê lê xwarine û her kêlî dibe ku bê kuştin. Piştî vê hişyariyê Bozkurt di 22’ê tebaxê de tevî ku diviyabû di çarçoveya telefona xwe ya heftane de telefon bikira jî nekarîbû li malbata xwe bigere. Li ser vê yekê malbat bi fikar bû û telefonî girtîgehê kir û sedema meseleyê pirsî. Girtîgehê îdia kir ku Bozkûrt mafê xwe yê telefonê bi îradeya xwe bi kar neaniye. Li ser vê yekê malbat ji bo agahî ji lawê xwe bigire, parêzerên xwe şandin girtîgehê.

Parêzerê malbatê ku bi Bozkurt re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku telefona Bozkûrt ji aliyê gardiyanan ve hatiye astengkirin. Parêzerê Bozkûrt da zanîn ku di 22’yê tebaxê de saet di navbera 10.55-11.45’an de 2 caran êrîş li wî hatiye kirin û got: “Miwekîlê min diyar kir ku 2 caran li korîdor û li ber kamerayan 10 gardiyanan êrîşî wî kirine. Şopên lêdanê li ser Bozkûrt hebûn. Li gelek cihên laşê wî birîn û şopên lêdanê hebûn. Her wiha qorik û milên wî jî reş û şîn bûbûn.”

Dema parêzer sedema êrîşê ji Bozkûrt pirsî wî jî ev bersiv da: “Du sal berê hevalekî min ê ku ez pê re di heman hucreyê de mam bi êrîşan re rû bi rû ma. Ez bûm şahidê êşkencekirina wî. Rêveberiya girtîgehê ji min xwest ku ez îfadeya derew bidim, lê min negot. Min rave kir ku çi bûye. Ji bo gilîkirinê min alîkarî da hevalê xwe. Piştî vê bûyerê helwesta rêveberiyê li hemberî min guherî. Ev du sal in helwesta wan berdewam dike.”

Parêzer da zanîn ku îhtimal heye li ser Bozkûrt ev êşkence bidome û ji bo pêşî li vê yekê bê girtin banga hişyarkirinê li raya giştî kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar