Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Girtî di berxwedana xwe de bi israr in

Girtiyê di çalakiya rojiya mirinê de Îhsan Bulut bi rêya malbata xwe destnîşan kir ku morale wan pir baş e û heta ku tecrîd bi dawî dibe û hemû mafên Ocalan tên dayîn dê çalakiya xwe berdewam bikin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Koma yekemîn a girtiyan di 16’êkanûna sala 2018’an dest kete greva birçîbûnê, di dîrokên cuda de bi sedan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û herî dawî jî ji 1’ê adarê ve hema hema li hemû girtîgehan bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Piştre jî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew rengê çalakiya xwe diguherînin û 15 girtiyan di 30’ê nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin. 15 girtiyên din jî di 10’ê gulanê de tev li çalakiya rojiya mirinê bûn.

Yek ji girtiyên di çalakiya rojiya mirinê de jî Îhsan Bulut e. Bulut li girtîgeha Wanê dimîne û di 23’yê sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Bulut di 30’yê nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê û 12 roj in di rojiya mirinê de ye. Di 7’ê gulanê de malbata Bulut bi zarokê xwe re hevdîtin kir. Bavê Bulut, Ahmet Bulut têkildarî rewşa zarokê xwe axivî û diyar kir ku kurê wî gotiye ku moralê wî baş e û dê çalakiya wan bi ser bikeve.

Di berxwedana xwe de bi israr in

Ahmet Bulut di berdewamê de jî wiha got: “Kurê min got; ‘ez baş im. Moralê min baş e. Rojê tenê 3 îskan ava bişekir vedixwim. Parêzer hevdîtin bi Rêber re çêkirine. Lê belê ev nayê wateya ku tecrîda mutleq bi dawî bûye. Tecrîd didome. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî dibe û hemû mafên Ocalan tên dayîn, dê çalakiya me dewam bike.’”

Bang li herkesî kir

Di berdewamê de jî bav Bulut destnîşan kir ku kurê wî bi tena serê xwe nedikarî bê hevdîtinê û wiha bi dawî kir: “Ez bang li parêzvanên mafên mirovan û her kesî dikim ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin. Bi qasî ku em sax bin dê li çalakî û doza wan xwedî derkevin. Li 4 girtîgehan 15 girtî di rojiya mirinê de ne. Her wiha duh jî 15 girtiyên din tev li rojiya mirinê bbûn. Bedena xwe ji bo mirinê amade kirine. Em bang li malbatên wan dikin. Li pişta doza zarokên xwe bin û em bi hev re têbikoşin. Divê em ji bo her tiştî amade bin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar