Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Girtî di bin kontrola gardiyan, leşker û polîsan de tên tedawîkirin

Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê bi sewqkirina 5 girtiyan re hejmara girtiyên tên tedawîkirin derket 27’an. Girtî li odeyên ku 2 gardiyan, 2 leşker û polîsekî lê dimînin tên tedawîkirin

Ji 221 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawi kirin, 22 girtî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê tên tedawîkirin. Tedawiya girtiyên din ku ranekirina nexweşxaneyan jî li revîra girtîgehê tê berdewamkirin.

Di saetên sere sibehê de girtiyên bi navê Mehmet Polat, Recep Ozkiliç, Servet Kaya, Şaban Çelîk û Ahmet Tabû bi wesayîta rîngê di bin ewlehiya bilind de anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Her 5 girtî jî birin qata 10’emîn ku tenê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatiye amadekirin. Bi van her 5 girtiyan re hejmara girtiyên li nexweşxaneyê derket 27’an. Li gorî tehlîlên xwînê tê payîn ku hîn girtiyên din jî sewqî nexweşxaneyê bên kirin.

Ji bo her odeyekî 5 peywirdar!

Girtiyên ku bi awayê ku destê wan bi nivîna wan ve hatiye kelepçekirin, tên tedawîkirin, bertek nîşanî leşker û gardiyanan didin. Destûr nayê dayîn ku kes derbasî qata 10’emîn a nexweşxaneyê ku gelek leşker, polîs û gardiyan lê hene bibe. Li serwîsê odeyên ku girtiyek an jî 2 girtî lê dimînin 2 leşker, 2 gardiyan û polîsek li hatine bicihkirin. Xebatkarên tenduristiyê jî piştrast kirin ku dema tedawiya girtiyan dikin leşker, gardiyan û polîs odeyê terk nakin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û hevserokê HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan li nexweşxaneyê derbarê rewşa girtiyan de agahî ji bijîjk û malbatên girtiyan digirin û bi wan re mijûl dibin.

Li aliyê din parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê re hevdîtin pêk anî û ragihandin ku li girtîgehê bi giştî 22 girtî ketine çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Rewşa 6 girtiyan li ber girtiyên din giran e. Bi hin girtiyan re êşa çav û mîdeyê heye. Dema girtiyan rakirina nexweşxaneyê hatiye xwestin ku girtî bi kelepçekirî bên dermankirin. Me mijarê bi rêveberiya girtîgehê re parve kir û jê rêveberiyê xwest ku bernameya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) pêk bîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar