Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Di 10’ê cotmehê de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatibû destpêkirin û girtiyan jî di çarçoveya kampanyayê di 27’ê mijdarê de bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 19’an de didome.
Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navendî ya Baroya Amedê parêzer Adîle Selman têkildarî rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de axivî.
Salman, diyar kir ku li gorî qanûnan hemû girtî divê teqez bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: “Li gorî mewzûatê tu tiştekî pêşî li ber vî mafî bigire tune ye. Lê li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq di meriyetê de nîne. Tu îzeheteke astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re ya wiha demdirêj nîne. Wezareta Dadê, saziyên darazê û meqamên îdarî tevahiya serlêdanan bêbersiv dihêlin. Ev yek jî rê li ber fikaran vedike.”
Saziyên navneteweyî şirîkên vê sûcî ne
Bi domdarî Salman anî ziman ku di pergalên hiqûqî yên demokratîk de divê erênî yan jî neyînî bersiva hemû serlêdanan bê dayîn û wiha pê de çû: “Lê tu bersiv nayên dayîn. Ev tecrîd, di esasê xwe de li dijî daxwazên gelê kurd tê kirin. Ev yek binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Saziyên navneteweyî gelek caran gotin ku tecrîd binpêkirineke maf e. Heta CPT’yê di raporên xwe de tecrîd xist nav ‘miameleya xerab’ û ‘qedexeya îşkenceyê.’ Lê saziyên navneteweyî seknekî baş raber nakin. CPT hêj jî bêdeng e û ev saziyên navneteweyî şirîkên sûcê tecrîdê ne. Di sepana tecrîdê de para hemû welatan heye.”
Salman, bi lêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê bi Îmraliyê re peywendî hebin û ev tişt anî ziman: “Di bingeha sepana tecrîdê ya heyî de, îradeya neçareseriyê heye. Saziyên navneteweyî yên di kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ de cih digirin jî dixwazin Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de cih bigire. Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyayê de çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Ji hiqûqî ve ev yek şêweyekê protestoyê ye. Divê hêj rewşa girtiyan nebaş nebûyî divê daxwazên wan bên qebûlkirin.”
Daxwazên girtiyan
Salman, got ku ji bo şopandina çalakiyê tevî Amed Barosu, ÎHD, OHD, MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê şandeyek ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em gelek caran diçin serdana girtiyan. Bendewariyên girtiyan ji raya giştî hene. Dibêjin ku yekser ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ev çalakî dane destpêkirin. Dibêjin ku heke ev pêvajo jinedîtî ve bê, dê asta çalakiyê bilindtir bikin. Gotin ku hêj rewş neguherî bila kesên azadîxwaz, aştîxwaz û demokrasîparêz piştgiriyê bidin. Ji ber çalakiyê li tevahiya girtiyan cezayên disiplînê tên birîn. Bi tu awayî bersivê nadin daxwaza girtiyên dixwazin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin. Dest danin ser nameyên ji Abdullah Ocalan re tên şandin. Nameyên girtî ji hev re dinivîsin tên sansûrkirin an jî tên desteserkirin. Her wiha gelek nameyên ji saziyên demokratîk re dinivîsin ji girtîgehê dernakevin û îdare desteser dike. Her wiha girtiyan rêz dikin û jê re dibêjin ku dê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê têxin meriyetê. Girtiyan ku rêveberiyên girtîgehan zexta psîkolojîk li wan dikin.”
‘Dixin hucreyên yekkesî’
Salman, got ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê 50 gardiyanan hewl dan girtiyeka dest bi greva birçîbûnê kiriye bixin hucreyê û ev tişt anî ziman: “Di vê navberê de tevahiya jinên li qawîşê hatin derbkirin. Li ser vê yekê girtiyên jin bertek nîşan dan û dest bi grevê kirin. Li gelek girtîgehên din girtî xistine hucreyên yekkesî, nahêlin kes li cem wan bimîne, xwê, lîmon, şekir û tiştên din pir kêm û di bin zextê de tên dayîn. Pêdiviya bi vîtamînê nayê pêşwazîkirin, nahêlin danûstandinê li kantînê bikin, peywendiyên wan tên qutkirin. Girtiyên di çalakiyê de peyama ‘Em bi qasî di oxira wê de bimrin ji jiyanê hez dikin’ dan û xwestin saziyên demokratîk û raya giştî xwedî li çalakiya wan derkevin.”