Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Girtî di nav çar dîwaran de li ber xwe didin’

Girtî Mehmet Sidik Baran, diyar kir ku di ketina girtîgehan de lêgerîna tazî li hemû girtiyên zarok, pîr, ciwan û jin tê ferzkirin. Bavê girtî Temîn Baran jî banga xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê kir  

Mehmet Sidik Baran ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne, diyar kir ku girtîgeha 5 sal in lê girtî ye, her roj binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Bavê girtî Temîn Baran jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê parve kir û wiha got: “Rojnameyê nadin wan destûr nadin aktîvîstên spor û civakî. Gardiyan di serdegirtinên qawişan de tundiyê li girtiyan ferz dikin. Tundiya ku li gîrtîgehê her ku diçe zêde dibe. Îşkence bi raporên bijîşkan jî hat piştrastkirin.”

Baran li ser bêhiqûqiyên li girtîgehê û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Zarok, pîr, ciwan û jinên tên girtin wan di lêgerîna tazî re derbas dikin. Dema em diçin hevdîtina telefonê jî lêgerîna tazî li me tê ferzkirin.”

Pêkanînên Esat Oktay

Bavê girtî Temîn Baran jî destnîşan kir ku lêgerîna tazî pêkanîna Esat Oktay Yildiran e û xwest ku ev pêkanînên li girtiyan tên ferzkirin bi dawî bin. Baran diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji bo pêkanînan, pandemiyê weke hincet nîşan didin û wiha domand: “Li gel gefa pandemiyê jî gardiyan her roj diçin li qawişan hejmarê dikin. Ev gardiyan her roj li derve digerin û pişt re tên girtîgehê. Girtiyên nexweş jî hene li girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê ya ku vê rewşê nafikire, pandemiyê hincet nîşan dide û mafên girtiyan asteng dikin.”

Baran da zanîn ku wê heta dawiyê piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê bikin û wiha axivî: “Divê em weke malbat bibin dengê girtiyan. Ew di nava çar dîwaran de li ber xwe didin. Tiştek tenê di destê wan de heye. Ew jî çalakiya greva birçîbûnê ye. Em mecbur in bibin dengê girtiyan. Em bibin hêz, ew jî dê bibin hêz. Ew bi hêz bin em ê jî bi hêz bin. Em bi hêz bin dikarin van bê hiqûqiyan têk bibin.”

Her wiha Baran herî dawî banga hestiyarî ji raya giştî kir û xwest ku piştevaniya girtiyan bikin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar