Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Girtî dixwazin demildest tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin

Malbatên girtiyan piştî girtiyan dawî li çalakiya xwe anîn li girtîgehên hevdîtin pêk anîn. Malbatan diyar kir ku girtiyên wan dixwazin demildest tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û divê têkoşîna li dijî tecrîdê bidome.

Girtiyên PKK û PAJK’ê li girtîgehên bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê girtî ne, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê mijdara 2023’an de di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêberê Gelan Abdullah re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dabû destpêkirin, di 4’ê nîsana 2024’an de derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyan 3 meh dadgeh boykot kirin û ne telefon û ne jî hevdîtina bi malbatên xwe re kirin. Piştî çalakiya demdirêj di 4’ê tîrmehê de çalakiya li girtîgehan bi dawî bû, malbatên girtiyan çûn serdana girtiyên xwe.

Malbatên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û tevî hemû binpêkirinan jî girtî dixwazin ku demildest tecrîda li ser Rêberê Apo bê rakirin û ew bigihîje azadiya xwe. Girtî her wiha balê dikişînin ser girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê jî.

Dayika girtiyê bi navê Muhammed Kartal ê li Girtîgeha Tîpa Y a Antalyayê girtî ye Afîfe Kartal piştî 3 mehan bi kurê xwe re hevdîtin kir. Kartal bi bîr xist ku 3 meh in xeber ji kurê xwe nedigirt û got: “Çawa ku li girtîgehan muameleya xerab li zarokên me tê kirin, dema ku em jî diçin girtîgehê, heman muameleya xerab li me jî dikin. Bi çavekî cihêkar li me dinêrin.”

Kartal der barê hevdîtina li cem kurê xwe de wiha got: “Zarokên me dibêjin ‘birêz Abdullah Ocalan rêberê me ye. Destûr nayê dayîn ku rêberê me ne bi parêzer û ne jî bi malbata xwe hevdîtinê pêk bîne. Heta ku destûr neyê dayîn ku Rêberê me bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne wê çalakiyên me bidomin’. Çawa ku zarokên me li ser şopa birêz Abdullah Ocalan dimeşin, em ê jî li ser şopa zarokên xwe bin. Girtî dibêjin heke tecrîd neye rakirin ew ê bi rêbazên cuda têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin wê tecrîda li ser zarokên me û kurdan jî bê rakirin.”

Girtî Rêber Altuntaş jî li Girtîgeha Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin. Dayika Altuntaş, Xezal Altuntaş diyar kir ku wê sê mehan kurê xwe nedîtiye û ji hesreta kurê wê nexweşînên wê lê giran bûne. Altuntaş da zanîn ku piştî çalakî bi dawî bû ew bi kelecanek ezamet di 8’ê tîrmehê de çûye hevdîtina kurê xwe û ji ber hevdîtin girtî bûye, nikaribûye kurê xwe hembêz bike.

Altuntaş anî ziman ku armanca çalakiyên li girtîgehan û li derve ew e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û got: “Heke tecrîd neyê rakirin wê çalakî berdewam bikin. Em dixwazin demildest bi tecrîd bê rakirin û demildest aştî û edalet pêk were. Ez gazî dayikan dikim werin em li ber girtîgehan tecrîdê protesto bikin û rê li ber şewitandina kezeba dayikan bigirin.”

Remziye Alan a dayika Mazlum Alan ku li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê tê ragirtin jî da zanîn ku ew piştî sê mehan bi telefonê li gel kurê xwe axivî ye û vê hevdîtinê şanazî û moral daye wê. Alan got ku girtî di rakirina tecrîdê de bi biryar in û kurê wê jê re gotiye heta ku tecrîd rabe çi bikeve ser milê wan dê bikin. Alan diyar kir ku her kesê xwedî wîjdan divê li ber tecrîdê rabe û qebûl neke. Alan got heta ku pirsgirêka kurd çareser bibe dê têkoşîna xwe bidomînin.

Dayika Mehmet Kirik ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê girtî ye Behiye Kirik jî diyar kir ku bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û kurê wê ji bo rakirina tecrîdê ji wan xwestiye ku têkoşînê bidomînin. Kirik diyar kir ku kurê wê diyar kiriye ku di dema çalakiyê de gelek mafên wan hatine binpêkirin û muameleya xerab li girtiyan tê kirin. Kirik banga rakirina tecrîda li Îmraliyê kir û got: “Heta ku ev bêçareserî berdewam bike, zarokên me jî dê çalakiyên xwe derasî qonaxeke din bikin. Ev banga min ji her kesî re ye, werin em vê têkoşînê bi hêz û girseyî mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar