Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Girtî: Em ê li ber xwe bidin

Girtiyan ragihand ku li Girtîgeha Sîlîvrî ya Hejmar 3 a Tîpa L'yê girtî bi îşkence û muameleyên xirab re rû bi rû dimînin û gotin ku dê berxwedana wan a li dijî çewisandinan bidome

Li Girtîgeha Hejmar 5’an a Tîpa L ya Sîlîvriyê di 8’ê cotmehê de cendirme û gardiyanan avêtibûn ser qawîşan. Piştî avêtina ser qawîşan nêzî 200 girtî sewqî girtîgehên hejmar 2, 3, 4 û 7’an ên Tîpa L’yê hatin kirin. Di dema sewqê de girtî hatine derbkirin, kincên wan û pirtûkên wan jî hatin desteserkirin. Ji xeynî vê karta lîmlikê ya li ser ‘sûcdarê terorê’ nivîsandî li wan hatiye ferzkirin. Girtiyên ku ev kart qenûl nekirine û îtiraz kirine, mafên wan ên hevdîtinê û pêwendîdanînê hatine astengkirin.

Parêzer Raziye Ozturk ku hevdîtin bi muwekîlên xwe Azad Altintaş, Xemgîn Karakaş û Şevket Beyhan ên di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3’yan de ne kir, ragiahand ku gava girtî diçin nexweşxane, revîr, hevdîtina ji bo parêzer û dadgehê pêlavên wan tên derxistin û wiha got: “Gava girtî pêlavên xwe derdixin, bi kaboka pêlavên wan li nigên wan dixin. Her wiha pêl pêlavên wan jî dikin.”

Gef li wan hatin xwarin

Ozturk ragihand ku ferzkirina nasnameyê jî pêkanîneke pir kêfî ye û girtiyên ku vê yekê qebûl nakin derbarê wan de lêpirsîn tên çêkirin û diyar kir ku girtiyan gotiye ku ji niha ve zêdetirî klasorekê dosyeyên wan ên dîsîplînê hene.

Di axaftina xwe de Ozturk got ku têkildarî van pirsgirêkan Azad Altintaş hevdîtin bi midûrê girtîgehê Kahraman Topaloglû re kiriye û di dema hevdîtinê de midûr gef li Altintaş xwarine û heqaret lê kiriye.

Li erdê dirêj kirin û lêxistin

Parêzer Ozturk anî ziman ku Altintaş jî li ber heqaretan û gefan rabûye û wiha domand: “Bi fermana midûr re sergardiyan Ertûgrûl Kaya û çend gardiyanên din êrîş birine ser Azad, ew serdevkî dirêj kirine û lêxistine. Gava wî birine odeyê jî li korîdorê lêxistine.”

Ozturk da zanîn ku piştî vê êrîşa li hemberî Altintaş girtiyan li deriyan xistiye û ev yek protesto kirine û di dema vê protestokirinê de nêzî 100 gardiyan çûne korîdorê û wiha got: “Girtî dirûşme berz kirine, gava gardiyanan dîtine girtî cidî ne sekinîne.”

Gilî kir

Ozturk diyar kir ku Altintaş roja duşemê li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê gilî kiriye û got ku piştî vê gilîkirinê Azad birin revîrê û rapor dane.

Ozturk destnîşan kir ku nameyên Aktintaş ên têkildarî rewşa xwe ji rojnamevan û parlamenteran re şandine jî hatine desteserkirin û da zanîn ku gelek girtî di dema sewqkirinê de hatine îşkencekirin û her wiha girtiyên siyasî xistine qawîşên li korîdora ku qawîşên girtiyên edlî, ‘FETO û DAIŞ’iyan hene.

Em ê li ber xwe bidin

Ozturk destnîşan kir ku armanca van êrîşan radestkirina girtiyan e û wiha pêde çû: “Pêvajoyek bi vî rengî heye. Em bi dengbilindkirinê dikarin pêşî li ber vê bigirin. Divê ev mesele bên teşhîrkirin û di warê hiqûqî de çi hewce be bê kirin.

Her wiha Ozturk anî ziman ku girtiyan gotiye ‘Çi dibe bila bibe dê heya dawiyê li ber xwe bidin’ û bang li raya giştî jî kirine. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar