Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Girtî Engîn Okuducu xwîn vedireşe

Girtiyê bi navê Engîn Okuducu ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 127 roj in li ber xwe dide anî ziman ku her tim xwîn vedireşe. Okuducu diyar kir ku heta tecrîd bi dawî dibe jî dê çalakiya xwe berdewam bike

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya koma yekemîn a li girtîgehan kete roja 148’an. Ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Di heman demê de çalakiya rojiya mirinê ya 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî berdewam e.

Engîn Okuducu ku li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa T ya Bandirmayê tê girtin yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye. Okuducu 127 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Têkildarî rewşa Okuducu mamê wî Sabahhattîn Okuducu ku di 6’ê gulanê de bi birazayê xwe re hevdîtin kir, axivî. Okuducu bi rêya mamê xwe peyamek şand û destnîşan kir ku heta ku daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin.

Peyama Okuducu

Peyama Okuducu wiha ye: “Heta ku tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya me bidome. Ez 24 kîloyan zeîf bûme. Her tim xwîn vedireşim. Ev 48 saetin min tenê karî 2 saetan birazêm. Heta demekê vîtamîn nedan me. Niha vîtamînan didin me. Rojnameyan nadin me. Em nizanin li derve çi diqewime. Bedel çi dibe bila bibe dê çalakiya me dewam bike. Di dawiya wê de mirin jî hebe, heta ku tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.”

‘Girtî ji me pir xurtirin’

Sabahattîn Okuducu jî destnîşan kir ku biraziyê wî pir zeîf bûye û ev tişt anî ziman: “Tevî ku nexweş e, kete greva birçîbûnê. Bibiryar in. Ji me xurtir in. Wexta min ew dît, heyirî mam. Bandoreke mezin li min kir. Daxwaza zarokên me, daxwazeke hiqûqî û mirovî ye. Em bang li dewletê dikin ku li gorî hiqûqê tevbigere. Ez bang li her kesî dikim ku bibin dengê girtiyan. Bang li CPT’yê dikim. Mirov dimirin. Li ber çavên me dihelin. Em dixwazin daxwaza wan bên qebûlkirin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar