Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Girtî ev 8 rojin li dijî pêkanînên dermirovî di greva birçîbûnê de ne

Malbata girtiyê 13 salî Mahsum Çay ku ji Doza Nisêbînê tê darizandin, tevî gelek girtiyan li dijî muameleya xerab û binpêkirinên li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê ji 12’ê mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Çay bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku heta pêkanînên li dijî wan bi dawî dibin dê çalakiya xwe bidomînin

Bi armanca protestokirina muameleya xerab û binpêkirinên mafan, di 12’ê mijdarê de girtiyên li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Osmaniyeyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakî di roja 8’emîn de didome. Girtiyan destnîşan kiribû ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. Yek ji çalakvanan jî Mahsûm Çay ê 13 salî ye ku ji Doza Nisêbînê tê darizandin. Çay bi rêya malbata xwe têkildarî binpêkirinên li girtîgehê agahî dan.

Dayika Çay, Hemra Çay da zanîn ku ji cejna qurbanê ya 2019’an ve nekarîne bi kurê xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: “Bi awayekî hevdîtinê qedexe dikin. Di 13’ê mehê de em bi rêya telefonê bi Mehsûm re axivîn. Kurê min got; ‘Em anîn dadgehê û piştre vegerandin. Gardiyanan em derbkirin.’ Kurê min di 13 saliya xwe de hate girtin. Niha jî ji ber şert û mercên girtîgehê bi hevalên xwe yên girtî re di greva birçîbûnê de ye. Cezayê qedexeya hevdîtinê yê 2 mehan lê hatiye birîn. Got ku ev ceza bi awayeke keyfî lê hatiye birîn.”

Greva birçîbûnê didome

Bavê Çay, Ahmet Çay jî der barê mijarê de ev agahî dan: “Kurê min ji ber ku nexwest bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe, ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Kurê min got ku li girtîgehê gelek zext hene. Ev 4 sal û nîve di girtîgehê de ye. Xwest ku were dagehê û li peşberî dadger parastina xwe bike. Heta ku anîn dadgehê li wî xistine. 5-6 meh berê dîsa anîn dadgehê. Wê demê jî hatibû derbkirin û milê wî hatibû şikandin. Min 3 meh berê dît. Her gav cezayê hevdîtinê lê dibirin. Wan jî li dijî muameleyên xerap û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva wan didome.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar